STENBOL - Rojnameger û nivîskarê Arti Gerçekê Nurcan Kaya li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin. Kaya piştî îfade da serbest hat berdan.
Rojnameger û nivîskarê Arti Gerçekê Nurcan Kaya, dema li Balafirgeha Stenbolê bû, hat binçavkirin. Kaya, dema hat binçavkirin li ser hesabê xwe yê medya civakî got "Ez li Balafirgeha Stenbolê têm binçavkirin. Der barê bin de biryara girtinê hatiye dayîn. Ev biryara 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê ye." Taya piştî li dozgeriyê îfade da serbest hat berdan.