VAN – Waniyan, bang li partî û saziyên kurd kirin ku "demildest yekîtiya neteweyî pêk bînin."
Waniyan, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî.
'PÊŞÎ YEKÎTÎ'
Mûsa Aslan, anî ziman ku êrîşên tên kirin bi Rojava re nesînordarkirî ne û heger wisa bidome wê ev şer li tevahiya Kurdistanê belav bibe. Aslan, got: "Li Sûriyeyê tenê çareyek hebû, ew jî bi kurdan re rûniştina li dor maseyekê bû. Ev şer tenê ji bo berjewendiyên Erdogan û malbata wî tê kirin. Bi qeyûman, bi bombebaranan, bi koçberkirinê wê pirsgirêk çareser nebe. Çareserkirina pirgirêka kurd bi diyalog û wekheviyê pêkan e. Lê beriya ehr tiştî divê em kurd bên cem hev. Eger em neyên cem hev, rizgarî nepêkan e. Cegerxwîn dibêje, 'em nebin yek em ê herin yek bi yek.' Divê pêşî em bên cem hev."
Asiye Çikmaz jî anî ziman ku divê rojek berî rojekê şer raweste û got: "Em tenê aştî, biratî û wekheviyê dixwazin. Em dixwazin neheqî biqede. Divê kurd bi hev re tev bigerin û yekîtiya neteweyî pêk bê. Heger em nebin yek divê em ji tu kesî hêviya tiştekî nekin."
SÎWANEKE DEMOKRATÎK
Mehmet Samî Gun jî anî ziman ku 600 sal in dewlet li vê xakê qirkirinê dikin û got, ên van tiştan dikin terorîst in. Gun, bilêv kir ku ên ji bo zimanê xwe yê zikmakî û mafên xwe têdikoşin ne "terorîst" in û got: "Birêz Ocalan bi peyam û daxuyaniyên xwe diyar dikir ku wê ev pêvajo ber bi ku ve biçe. Dewletên din tenê bi devkî pêkanîn Tirkiyeyê şermezar dikin. A rast bi vî awayî cesareta AKP'ê zêde dikin. Di serî de Mesûd Barzanî û bi giştî jî tevahiya gelê kurd divê bên cem hev û yekîtî çê bibe. Divê yekîtiya xwe li ber çavê cîhanê ragihînin. Niha hemû gel destekê didin me. Îjar eger em nebin yek, em ê hebin. Ji bo yekîtiyê jî divê em di bin sîwaneke demokratîk de bên cem hevdu."
Fatma Parlak jî got:"Bila dayik negirîn, bila ev zilm biqede. Divê kurd li hemberî van pêkanînan bibin yek."