Bariş: Erdogan destvala ji Soçiyê vegeriya

  • rojane
  • 09:04 27 Cotmeh 2019
  • |
img

STENBOL - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, destnîşan kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan destvala ji Soçiyê vegeriyaye û got, piştî vê dor tê Îdlibê. 

Di roja 10'an a êrîşên Tirkiyeyên yên li ser Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, di navbera DYA û Tirkiyeyê de mutabaqateke 10 xalî hat çêkirin û li gor vê mutabaqatê ji bo 120 saetan agirbestek hat ragihandin. Paşê di 22'yê Cotmehê de Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Soçiyê li hev kom bûn û mutabaqateke 10 xalî çê kirin. Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, mutabaqata di navbera Erdogan û Pûtîn de nirxand. 
 
‘SÛCÊ ŞERÎ' 
 
Bariş, diyar kir ku heyeta DYA'yê hatiye Enqereyê û ji bo 120 saetan agirbestek hatiye ragihandin û got: "Tirkiye û partiyên siyasî yên pişta Tirkiyeyê digirtin hemûyan ji bo êrîşên li ser yekpareyiya axa Rpjavayê digotin operasyon. Lê gava heyeta Amerîkayê hat, cîhan hemû dît ku ev şer e." Bariş, destnîşan kir ku NY jî di nav de gelek saziyên navnetewî xwestine şer bê rawestandin û got: "Di hevdîtina bi DYA'yê re derket holê ku Tirkiye li gorî hiqûqa navdewletî sûcê şerî kiriye û gef li yekpareyya axa welatekî xwariye." A rast em ê çend sal şûnde bibînin bê ka ev sûcî şerî dibe sedema çi." 
 
Bariş, xala ewil a mutabaqata di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hat çêkirin nirxand û got: "Bi vê xalê Rûsya ji Erdogan re dibêje 'ji cihê tu lê yî nikarî gavekê zêdetir biavêjî. Gava em destûrê bidin tu yê karibî biçî wir." Bariş, bilêv kir ku xalên din jî dişibin vê xalê û got: "Kurdên Sûriyeyê welatyên esil ên Sûriyeyê ne. Di 8 salên vî şerî de hem gelên Sûriyeyê hem jî rejîmê dît ku bê çawa axa xwe parastine. Yanî Sûriyeyê hêz û hebûna kurdan a li wir dît û loma ji Tirkiyeyê re got, 'divêt u li cihê xwe bî, tu nikarî ji vê pêvtir biçî.'" 
 
OPERASYONA ÎDLIBÊ LI BER DERÎ YE 
 
Bariş, bal kişand ser xala duyemîn a mutabaqatê û got, li ber çavê Rûsyayê kurd ne "terorîst" in. Bariş, got: "Yanî kî terorîst be wê ew bêna stengkirin. Li vira tişta tê qesdkirin ne kurd in. A rast Rûsya bi gotina 'divê tu li cihê xwe yê heyî bimînin û gavekê bi pêş ve navêjî' dibêje 'ez ê te ji Îdlibê jî derxînim.' Li Sûriyeyê, li du sê herêman terorîst hene. Ev herêm jî di bin kontrola Tirkiyeyê de ne. Yanî li gor qenaeta min operasyona Îdlibê jî li ber derî ye." 
 
Bariş, destnîşan kir ku cihên ku Tirkiye tê de ye serobino bûne û got: "Pêşî divê ev agir bê tefandin. Piştî tefandinê wê organîzasyonek çawa çê bibe? Wê aştiyeke çawa çê bibe? Ji bo welatiyên li wir vegerin cihên xwe wê gelek hêzên navdewletî daxilî vî tiştî bibin. Wê ev tenê bi Tirkiye û Sûriyeyê re neyê sînordarkirin. Çimkî, êdî rastiyeke ku ji ber vî şerî derketiye holê heye. Ev rastî îşaret bi şerekî neheq û koçberkirina welatiyan dike. Dîroka cîhanê pir bûye şahidên van tiştan, loma wê êdî destûrê nede. Gelê herêmê xwe diparêze. Ji bo ji axa xwe koçber nebe têkoşîneke muazam heye. Ji ber agirbestê wê bi awayekî demkî li wir bimîne. Ne Rûsya, ne Amerîka ne jî kurd wê eniyên li wir qebûl nekin. Çimkî ên li wir berê an serekê rêxistineke terorî bûn an jî endamên wan bûn. Ketine ber qetla gelan." 
 
‘ERDOGAN DESTVALA VEGERIYA' 
 
Bariş, bal kişand ser Peymana Edeneyê jî çarçoveya peymanê pir zelal e û ev peyman li dijî kurda ye. Bariş, destnîşan kir ku Tirkiyeyê xwestiye peyameke bi vî rengî bide tevahiya cîhanê: "Li sînorê min ê başûr dewleteke terorî tê avakirin." Bariş, got: "Lê tu welateke cîhanê jî ehq nadê. Pakîstanî Qatar, macarîstan jî heq nadinê. Her kes dizane ev ne terorîst in. Tirkiye nikare kesî qaneh bike û li hundir jî nikare kesî qaneh bike. Erdogan û dewleta wî bi hêzeke leşkerî dixwaze efsaneya tirkî ya hezar salan pêk bîne û ji bo kurd nebin xwedî maf û statu ji destê wî çi tê dike. Lê ne mimkun e ku Rûsya ya bûye hamiyê Sûroyeyê destûrê bide. Helbet ev bi berxwedan kurdan jî girêdayîye. Wê hêza dîplomasiya ku bi esad re çê kirine hem li hundir hem jî lid erve pir diyarker be. Lê wê bi hevdîtina bi Esad re diyar bibe ku wê pozîsyona kurdan çawa be. Yanî Mutabaqata Edeneyê, xaleke demorî ye û ji bo Tirkiye paş ve vekişe hatiye çêkirin. Yanî mirov dikare bibêje ku Erdogan destvala vegeriyaye." 
 
‘PIR AŞKERE YE KU KÎ TERORÎST E' 
 
Bariş, destnîşan kir ku li tu devera cîhanê ne QSD ne jî YPG wekî "terorîst" nayên dîtin û got: "Li kolaneke qelebalix a Moskowê nûnertiya YPG'ê heye. Yanî Rûsya wekî terorîst li YPG'ê nanêre. Lê pir aşkereye ku kî terorîst e." 
 
‘KURD DI ROJEVA CÎHANÊ DE NE' 
 
Bariş, destnîşan kir ku sed sal in kurd têdikoş in, lê belê cara ewil e ku di rojeva cîhanê de ne. 
 
Her wiha Bariş, bilêv kir ku pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin ji bo gelan bûye cihê hêviyê û ji ber wekheviyê pêk tîne bûye hedef. Bariş, destnîşan kir ku Tirkiye ji bo vê pergalê bifetisîne ji destê wê çi tê dike û got, mesele bi temamî Rojava ye. 
 
‘TIRKIYE WINDA KIRIYE' 
 
Bariş, herî dawî got: "Niha kurd, aktorekî navneteweyî ne. Dibe tu deh gavan pêş de, geh davan paş de biçî û bêyî, lê ne muhîm e. A muhîm, pêşîgirtina li ber komkujiyan e. A girîng, dijderketina li paqijkirineke etnîk e. Loma ji her wextî bêtir pêdiviya kurdan bi yekîtiyê heye. Eger kurd bibin yek û li cîhanê bibin yekdeng wê destkeftiyên mezin bi dest bixin. Li vira Tirkiye tiştek jî bi dest nexistiye. Tenê ji bo berbelav nebe li hundir wekî malzemeyeke siyasî bi kar tîne. Lê mixabin kesên ji xwe re dibêjin em demokratên sosyal in jî bûn dengê Erdogan. Lê belê cîhanê hemû jî dît ku ev êrîş li ser nirxên bingehîn tên kirin. Ev tenê jî delîl e ku Tirkiye di vî şerî de bi bin ketiye." 
 
MA / Sadiye Eser

Sernavên din

28/10/2019
15:31 ‘Roboskî ezmûna dewletê û desthilatdariyê ye’
15:29 Walîtiya Îdirê li bajar çalakî qedexe kirin
15:22 Latîf Epozdemîr bû serokê HAK-PAR'ê
15:18 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Di 3 mehan de herî kêm 663 maf hatin binpêkirin
15:17 Li Şirnexê 3 kesan binçav kirin
14:47 Der Spîegelê mirina Bagdadî bi wêneyê Erdogan ragihand
14:37 Ji Kalin aciziya 'Bagdadî'!
13:54 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan: AKP li dijî hemû kurdan şer daye dest pê kirin
13:47 Guven li Rihayê serdana rêxistinên sivîl kir: Girtin li dijî yekitiyê ye
13:37 Hevşaredarên ji peywire hatin girtin serdana esnafan kirin
12:45 NYT'ê piştperdeya 'operasyona Bagdadî' nivîsand
11:25 Parlamenterê HDP’ê Bulbul: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê mirovahiyê tê kirin
11:18 Bi gotina 'dewletê ferman daye me, em ê we bikujin’ îşkence kirin
10:46 Ozgur: Dê zem wekî baranê bibarin
10:26 Li Somayê mîdîbusa madenvanan û qamyon li hev qelibîn: 26 kes birîndar bûn
10:16 Barzanî: Kuştina Bexdadî nayê wateya dawîanîna DAIŞ’ê
09:07 Nûnerên STO’yên ji CHP’ê re name nivîsandin: A rast aştî parastine
09:06 Kaçmazê HDP’î: Di vê operasyonê wê Tirkiye zirar bibîne
09:06 Li Mêrdînê kevneşopiya rez berdanê dewam dike
09:05 HDP’î: Qeyûm tecrîd e
09:04 ‘Di destê Tirkiyeyê de tenê Artêşek Netewî û 5 mîlyon koçber mane’
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2019'AN
27/10/2019
21:21 Mezlûm Ebdî piştî Bagdadî navek din aşkere kir: Berdevkê DAIŞ'ê li Cerablusê hat kuştin
21:09 QSD: Bagdadî nêzî baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê hat kuştin
18:21 Kovara Jineolojiyê bi hêjmara nû derket pêşberî xwînerên xwe
18:00 Meclîsa Jinan a HDP'ê li Edeneyê dest bi çalakiyên 25'ê mijdarê kir
17:46 Gelê Girê Spî li dijî êrişan di parastinê de ne
17:03 Trump: Bagdadî hat kuştin
16:35 Li Zanîngeha Texas A&M ya DYA'yê êrîşa çekdarî: 2 kes hatin kuştin
16:21 Meclîsa Jinan li Êlihê ji bo çalakiya 25'ê Mijdarê jin dawetî qadan kir
16:05 Gelê Dêrazor êrîşen Tirkiye şermezar kir
15:32 Fermandarê QSD'ê Mazlum Abdî: Piştî xebata 5 mehan terorîst El Baxdadî ji holê hat rakirin
15:20 Bi hezaran mamoste êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:08 Başaran: Tirkiye ji bo DAIŞ derbas bibe sînorê xwe vekir
14:44 QSD: Em ê li gorî lihevkirina Soçî tevbigerin
14:37 Mizrakli, Yilmaz û Nazlier sewqî Qeyseriyê kirin
13:42 Danişîna doza Fatma Şengul sibê ye
13:14 Ebdo: Talankeran 48 hezar û 400 ton genim û cehê Girê Spî birin Tirkiyeyê
13:02 Pêkhateya Ereb: Tirkiyeye armanc dike yekîtiya gelan perçe bike
12:37 Ekolojist: Em ê têkoşîna xwe ya li dijî krîza avhewayê bidomînin
12:10 Berhemê dîrokî bi navê 'parastinê' dixin bin betonê
11:40 Ji Fermandarê Giştî yê QSD'ê parvekirina 'Operasyona dîrokî'
11:10 Piştî cerdevanan konteyniran sewqî sînor dikin
11:08 Emekçî: Çareseriya pirsgirêkan teza Komara Demokratîk a Ocalan e
10:20 Rojnameger Nurcan Kaya serbest berdan
09:06 Nerazîbûna cotkaran a ji bo desteka erd: Heger wisa be em ê dev ji cotkariyê berdin
09:05 Bang li partiyên kurd kirin: Demildest yekîtiya neteweyî pêk bînin
09:05 ‘Çare, tenê yekîtiya neteweyî ye'
09:04 Bariş: Erdogan destvala ji Soçiyê vegeriya
09:04 TÎHV: Divê heyetên serbixwe îdiayên derbarê çekên kîmyewî de lêkolîn bikin
09:03 Gardiyanan gef li girtiyan xwar: Ez dewlet im, hûn terorîst in
09:02 Kardaş: Heta yekitî çê nebe, wê dinya guh nede me
09:01 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2019'AN
26/10/2019
19:15 OHD'ê bang li hiqûqnasan kir: Em bi hevre Makeqanûna pir rengî av bikin
19:01 Meclîsa Jinan a KESK'ê: Em li şûna şer ji tenduristiya jinê re butçeyê dixwazin
18:28 Li Eyn Erûs bi motorsîkletê bombeyî êrîş kirin: Kuştî û birîndar hene
18:04 PSK'ê Ebdulhemîd Hecî Derwêş bi bîr anî
17:03 Chomsky: Bi hezaran mîlîsên Kurd bi destê DYA'yê can dan
16:55 Temellî Şaredariya Îdirê ziyaret kir
16:34 Di operasyona eskerî de kesek hat binçavkirin
16:18 Ermeniyên li Serêkaniyê piştî 104 salan dîsa koç kirin
15:51 Beştaş: Bersûca derbarê hevşaredaran de îfade da çima hat berdan?
15:48 Ji bo Ayaz mewlûd hat dayîn
15:36 Wekîla HDP’ê Gunay: Ji bo kurdan tenê berxwedan maye
15:21 353 saziyên sivîl ên civakî li dijî şer helwest nîşan dan
15:17 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Emê di 25’ê Midarê de ji qadan bin
14:48 Rêber Varhan ê HDP’yî hat berdan
14:44 Temellî: Êdî hemû dunya zane ku îktîdar dijminê Kurdan e
14:43 Civata ronakbir a navneteweyî kampanya piştevaniya kurdan da destpêkirin
14:22 Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 3 windayan pirsî
13:52 Nameya girtiyê ku AKP rexnekir desteser kirin
13:25 Jin li Rihayê wê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin
12:59 Can: Niha ji bo kurdan dema yekitiyê ye
12:55 Buldan: Avakirina yekîtiya kurd deynê stûyê me ye
12:34 Malbata Campbell ji bo cenazeyê keça xwe bigire doz li Tirkiye û Îngilistanê vedike
12:09 Y.U. yê tecawîzê keça xwe kir hat girtin
11:58 Karkerên Maltepê hatin berdan
11:31 Rojnamevan Damar tahliye bû
10:53 ‘Bila ji bo Hezar û 338 girtiyên nexweş zagon bên guhertin'
10:48 'ku helbestvan bixwaze dikare sewta Zîndana Amedê...'
10:47 Şakar: Duh hedef Kurdê azad bû îro hebûna Kurd e
10:37 Rûsya: Amerîka petrola Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdixe
10:27 Li Semsûrê du jin kuştî hatin dîtin
10:13 Pîwiya Nikulsor li Bismilê hat dîtin
09:52 Amûrên çandiniyê ji nûve bi teşe dike
09:41 Kanên xîzê yên bêdestûr berê Çemê Dîcleyê diguherîn in
09:07 Li ser Mizrakli û Yilmaz îfade da, hat berdan
09:06 Li Dêrikê qeymeqam bûye 'qeyûmê fiîlî'
09:06 'Îktîdar li ku be, li wir zext û şidet heye'
09:06 Acar: Dixwazin karkerên metalê wekî koleyan bijîn
09:05 Çandinî û sewalvanî li Mûşê di xeterê de ye
09:04 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Niha edalet li ezman e
09:03 Keskîn: Têkoşîna ji bo mafên mirovan ji bo me jiyanê ye
09:02 Yûsûf Karataş: Tirkiye negîhişt armanca xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2019'AN
25/10/2019
23:21 Huseyîn Aykol ji girtîgehê derket
20:09 Derbarê rojnamevan Îdrîs Yilmaz de biryara berdanê
18:33 Karwanê alîkariya Şengaliyan derbasî Rojava bû
18:14 Erdogan: Weke li Sûriyeyê em ê li dijî kufrê tund bin