STENBOL - Endamê Desteya Rêvebir a TÎHV'ê Prof. Dr. Umît Bîçer û Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Umît Efe, derbarê îdiayên ku tê gotin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn nirxandin û gotin, divê heyetêns erbixwe lêkolînê bikin.
Tê gotin Tirkiye li bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çekên kîmyewî bi kar aniye. Endamê Desteya Rêvebir a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Umît Bîçer, bilêv kir ku wan wêneyên ku tê îdiakirin çekên kîmyewî hatine bikaranîn dîtine û divê heqîqet derkeve holê.
Bîçer, bilêv kir ku ji bo lêkolînkirinê divê dewlet û hêzên pev diçin tev bigerin û got: "Divê derfet bên çêkirin ku heyetêns erbixwe lêkolînan bikin. Di van wêneyan de derbarê binpêkirina mafên mirovan de îdiayên cidî hene. Teqez divê ev bên lêkolînkirin. Çimkî di wêneyan de şopên şewatê hene. Lê mirov nikare di ser wêneyan re bibêje ku ev şewat ji ber kîjan madeyê çê bûye. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e. Ji ber sûcê şerî ye, ev di heman demê de sûcekî li hemberî mirovahiyê ye jî. Ji bo lêkolînkirin teqez divê ji kesên birîdar û li cihê bûyerê nimûne bên girtin."
‘DIVÊ HER KES LI GOR PEYMANÊ TEV BIGERE'
Bîçer, destnîşan kir ku divê parêzvanên mafên mirovan û kesên di vê qadê de pispor van lêkolînan bikin û got: "Divê nimûne li laboratûvarên ewle bên lêkolînkirin. Divê ev bê gotin. Divê her kes li gor peymana qedexekirina çekên kîmyewî tev bigere. Tirkiye, derbarê peymana çekên kîmyewî de darizandina dadgeha cezayî ya navdewletî nas nake, lê dibêje ez li gor pîvanan tev digerim. Lê di dema hemû pevçûnan de çekên kîmyewî dikevin rojevê. Ev jî dibe cihê gumanan."
BERPIRSIYAR TIRKIYE YE
Bîçer, bi bîr xist ku Tirkiye daxuyandiye ku di envantera wê de ev çek tunene û got: "Li wir OSO heye. Ev çalakiyên şidetê dikin. ev çalakiyên wan di wesfa sûcên şerî de ne. Her çend Tirkiye di ser TSK'ê re daxilî van sûca nebûbe jî, lê belê komên milîs di bin banê wê de ne û mecbûr e pêşî li pêkanîna sûcan bigire. Niha tişta tê nîqaşkirin têkiliyên Tirkiyeyê yên bi OSO û yên din re. Ev tişt di ser vê re tê nîqaşkirin. Ji ber vê ye ê berpirsiyarê vana Tirkiye ye."
'DIVÊ QADÊN JIYANÊ BÊN PARASTIN'
Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Umît Efe jî diyar kir ku di çarçoveya normên mafên mirovan ên gerdûnî de divê mafên jiyanê yên sivîlan û qadên jiyanê bên parastin. Efe, got: "Bikaranîna çekên kîmyewî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Eger îdiayên bi vî rengî hebin, divê ev di çarçoveya sûcên şerî de bên îspatkirin."
Efe, anî ziman ku di rewşên bi vî rengî de divê heyetên serbixwe, rêxistin û parêzvanên mafên mirovan tev bigerin û got: "Eger ji bo vê rewşê rê li ber mirovên zanyar ên serbixwe neyê vekirin wê şik û guman bidomin."