ÇANAKKALE - Parêzer Încî Încesagir, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa E ya Çanakkale û Girtîgeha Jimare 1 û Jimare 2 ya yaTîpa T a Bandirmayê, gardiyanên ku lêgrîna tazî li girtiyan ferz kirine û bi vî awayî gef li girtiyan xwarine: "Ez dewlet im, hûn terorîst in. Ev girtîgeha, girtîgeha sirgûnê ye."
Berdevka Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Çanakkaleyê Parêzer Încî Încesagir, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa E ya Çanakkaleyê û Girtîgeha Jimare 1 û Jimare 2 ya yaTîpa T a Bandirmayê, kirin rapor û bi raya giştî re parve kir. Încesagir, di meha Îlonê de hevdîtin bi girtiyan re çê kiribû.
Încesagir, da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa E ya Çanakkaleyê, şert û merc nebaş in û got: "Her ku hejmara girtiyan zêde dibe, pêdiviyên girtiyan pêk nayên û şertên fizîkî xirabtir dibin. Li qawîşeke 20 metrekareyî ku li zemînê ye û bêhewa û biritûbet e, 14 kes dimînin. Her wiha tim av tê qutkirin. Heta niha ava bîrê bû, lê belê hîn nû nû ava şebekeyê hatiye berdan. Qawîş û tuwalet nepqaij in û bêhn ji wan tê. Peywira dewletê ye ku bihêle girtî di şert û mercên baş de bimînin. Ji bo girtî di şert û mercên baş de bimînin, demildest divê tevdîr bên girtin."
BIJÎŞKÊ REVÎRÊ GUH NADE GIRTIYAN
Încesagir, destnîşan kir ku li ser girtiyan zext û zorên dijwar hene û got, îdareya girtîhehê bi hince hijyeniyê nahêlin girtî rî û porê xwe dirêj bikin. Încesagir, da zanîn ku girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û got: "Hat diyarkirin ku nexasim pedagog bêyî li ser çavê girtiyan binerin dermanan dinivîsin û wan dişînin. Jinên girtî ji bijîşkê revîrê nerazî ne. Hat gotin, bijîşkê revîrê guh nade wan û ji wan re dibêje 'ji bo gerê hûn tên revîrê.' Girtiyên nexweş ên raporên wan hene, gava dermanên wan diqedin nikarin bi raporên xwe dermanan bigirin. Nexasim jî li beşa edlî, werem zêde bûye û girtî ji ber vê diqilqilin. Ji bo vê jî demildest divê tevdîr bên girtin."
Încesagir, destnîşan kir ku her wiha mafê çalakiyên civakiyî yên girtiyan jî tê binpêkirin û got: "Dema hevdîtinan de serdêr pir tên sekinandin, zarok jî di nav de her kes bi hûrgulî tê sehîkirin. Di dema hevdîtina vekirî de nahêlin serdêr, nexasim jî zarok û extiyar biçin tuwaleta li eywana hevdîtina vekirî. Heta serdêr diçin tuwaleta li jê re û tên wexta wan î hevdîtinê diqede. Her wiha hejmara odeyên hevdîtinê yên parêzeran jî kêm in û ji ber vê hevdîtin bi rihetî çê nabin."
'EZ DEWLET IM'
Încesagir, da zanîn ku li her di girtîgehan 45 girtiyên enxweş hene û baş nayên tedawîkirin. Încesagir, bilêv kir ku li Girtîgeha Jimare 1 û 2 a Bandirmayê gardiyan heqaretan li girtiyan dikin û bi vî awayî gefan li wan dixwin: "Ez dewlet im, hûn terorîst in. Ev girtîgeh, girtîgeha sirgûnê ye." Încesagir, got: "Di dema jimariyê de qawîş tên belawelakirin û car carinan jimariya şipyakî li girtiyan tê ferzkirin."
QAWÎŞÊN TEVLIHEV
Încesagir, da zanîn ku li qawîşên 7-8 kesî 14-15 kes dimînin. Încesagir, diyar kir ku odeyek hatiye valakirin û tê xwestin girtiyan bela bikin û got: "Hem li T1 û hem jî li T2'yan ji bo vê amadekarî tên kirin. Girtiyan got, qethiyen ew ê vê yekê qebûl nekin û hatiye tespîtkirin ku nexasim wê girtiyên edlî û endamên cemaetê têxin van qawîşên hatine valakirin. Hat gotin ku wê ev yek bibe sedema rageşiyê."
LÊGERÎNA TAZÎ
Încesagir, bilêv kir ku hatiye tespîtkirin ku girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê baş nehatine tedawîkirin û ji ber vê nexweşîn li wan peyda bûne. Încesagir, da zanîn ku kesên cezayê wan daketiya biniya salê, bi awayekî şertî nayên berdan û girtî nikarin pêwendiyê bi îdareya girtîgehê re deynin. Her wiha Încesagir, anî ziman ku rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan û got: "Girtîgeh lêgerîna tazî li kesên nû tên sewqkirin ferz dike. Wexta hevdîtinê saetek e lê ev pêk nayê û kesên di dema hevdîtina vekirî de dereng bimînin nikarin hevdîtinê çê bikin. Ji bo ev pêkanîn bi dawî bibin em ê serlêdanê pêk bînin."