AMED - Şaxa Komeleya Hiquqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anîn. Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamin Şeker, bang li rêxistinên hiqûqê kir û xwest Tirkiyeyek demokratîk û Makeqanûna pir-rengî û nasnameyî bi hevre ava bikin.
Şaxa Komeleya Hiquqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, li Navçeya Sûrê ya Amedê 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anîn. Kongre bi rêzgirtinê û xwendina bernameyê dest pê kir. Di kongreyê de Hevserokê Gişti yê OHD'ê Prz. Bunyamin Şeker, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, parlamenterên HDP'ê, Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Sinan Çiftyurek û gelek parêzer amade bûn. Ewil Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamin Şeker, bal kişand ser kuştina sivîlan a li Sûr, Cizîr, Nisêbînê û wiha got: "Duh li Cizîr, Nisêbîn, Farqîn û gelek bajarên din li dijî zarok, jin kal û pîran komkujî pêk hat. Têkoşîna me ya hiqûqê ya li dijî kujerên jin, zarok û sivîlan çawa duh pêk hat, wê ji niha û şûnde jî têkoşîna me ya geşedanên li Rojava, komkujî û sûcên şer berdewam bike."
Şeker, bang li rêxistinên hiqûqê kir û xwest Tirkiyeyek demokratîk û Makeqanûna pir-rengî û nasnameyî bi hevre ava bikin.
Piştî axaftinan û xwendina raporan ji bo Hevserokên Şaxa OHD'ê ya Amedê Halise Dakali û Muharrem Şahin hatin hilbijartin