AMED - PSK’ê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Suriyê (PDPKS) Abdulhemîd Hecî Derwêş bibîranî.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ji bo Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Suriyê (PDPKS) Abdulhemîd Hecî Derwêş li avahiya Şaxa Odeya Muhesîb û Mişawiran a Amedê bernameya bîranînê li dar xistin. Nûnerên partiyên Kurd û hezkiriyên Abdulhemîd Hecî Derwêş beşdar bûn. Endam û rêveberên partiyê bi rêzgirtin û duayan dest bi bîranînê kirin û weneyê Derweş daliqandin. Destpêkê Serokê Giştî yê PSK’ê Mesut Tek diyar kir ku di nav ronakbîrên ereban de xweşnav bû û wiha got: "Jiyana wî bi têkoşîne derbas bû û ji bo ku yekitiya gelê kurd ava bike gavên girîng avêtin."
Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek jî destnîşan kir ku Derwêş ji ber yekitiya neteweya Kurd nehatibû avakirin xemgîn bû û wiha got: “Ji bo ku em yekitiya neteweyî avabikin divê ne li paşerojê li pêşerojê binêrin. Em îtîfaka neteweyî û yekitiyeke mayînde ava bikin."
Bernameya bîranînê bi axaftinan bi dawî bû.