Chomsky: Bi hezaran mîlîsên Kurd bi destê DYA'yê can dan

  • rojane
  • 17:03 26 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Entellektuelên li cîhanê navdar, akademîyen êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin û peyama piştevaniya Rojava dan. Zimanzan, feylezof û dîroknasê Emerîkî Noam Chomsky, diyar kir ku milîsên Kurd hinekî bi desteka DYE'yê bi hezaran can dan. DYE' li gel soz da jî dîsa soza xwe pêk neanî. 
 
Nerazîbûn û bertekên hunermend, nivîskar, rewşenbir û siyasetmedaran a li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe. Navdaran cîhanî diyar kirin ku talûkeya qirkirinê li ser Kurdan heye. Akademîsyen, zanist û rewşenbir ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivîn û pirsên Derwîş Çîmen bersivandin. 
 
Zimanzan, feylezof û dîroknasê Emerîkî Noam Chomsky wiha got: "Trûmp piştî ku bi rezîlî teslîmî Erdogan bû, navê xwe li lîsteya serokên Emerîkayê yê yê pêşermînê danî, ku ev 45 sal in bi zalimî û alçaxî îxanetê li Kurdan dikin. Milîsên Kurd hinekî bi desteka DYE'yê bi hezaran can dan û piştî ku  DAÎŞ têk birin û li gel ku DYE'yê soz da ku li dijî êrîşên Tirkan berevaniyê li wan bike jî, cihê şermê ye ku Rojava bi însafa Erdogan û Esad bihêle. Giraniya sûcê ku hatî kirin, îxaneta Trûmp, ji bo ku destkeftiyên Rojava ku kana îlhamê ya rastîn a Kurdan e û ji ber vê, gefê li otokrasiyê û li kombûna desthilatdariyê ya di yekdestî de dixwe, dixe rîskê, fikaran zêdetir dike. Ji bo ku dawî li vê zilme were û berevanî li qurbaniyan were kirin, çi ji dest were divê were kirin."
 
GIARDÎNÎ: ÊRÎŞ LI SER HÊVIYÊN ME HEMÛYAN E
 
Ji Zanîngeha Tre ya Romayê Prof. Federîca Gîardînî jî wiha axivî: "Berevaniya li Rojava, weke li deverên din ên cîhanê ên li dijî zilma ku tê kirin, tê maneya berevaniya li berxwedêrên li Rojhilata Navîn. Ji aliyê bi milyonan aktivîst, ramanger û akademîsyenan, çanda siyasî ya Kurd li nav jiyana rojane di nav jiyana rojane de, li ser têkoşîna ji bo navber-çandan, têkiliyên cihê û civakî dadmend ên zayendî û hurmeta li cîhanê geş bûyî, xweseriyek bêdewlet, diyarkirina çarenûsa xwe, demokrasiya rasterat û têkoşîna li dijî patrîyarkayê, bi rengê sêwirîna civakeke cihê û avakirina wê li einya pêş cih girt. Ev êrîşa tund û ku mirov dibehitîne ya li ser Kurdan, êrîşa li ser hêviya me hemûyan a li jiyaneke alternatîf e, hêrs û piştevaniya li çar aliyên cîhanê, nîşaneya xwedîlêderketina mînaka Rojava û biryardariya şopandina wê ye." 
 
AZZELLÎNÎ: ERDOGAN DIXWAZE DÎROKÊ BI PAŞ VE BIBE
 
Civaknasê Italî û li Emerîkayê dijî, Zanyarê Siyasetê Dr. Darîo Azzelînî jî got: Ji 9'ê Cotmehê û vir ve Tirkiye ya ku mezintirîn artêşa duyan a NATO'yê, li gel milîsên El Qaîde û DAÎŞ'iyên Îslamî li Rojava şer dikin. Hedefa vî şerê êrîşkar destkeftiya xakê ye. Bi giranî armanc ew e ku Kurdan û her wiha Sûryan, Xiristiyan, Êzîdî û Ereban qir bikin û wan bêcihûwar bikin. QSD ya ku bi pêşengiya şervanên Kurd gelek rehekên etnîk anîn cem hev, hema hema DAÎŞ bi temamî têk birin û li eniyên vî şerî 11 hezar windahî dan. Li Rojava modêla jiyanê ya gelek avaniyên etnîk ên herêmê û dînan hate avakirin. Xwerêveberî bi demokrasiya sereke û ji bo jinan bi wekheviya mafan karakterîze bû. Tirkiye û hêzên bi ser wan ve nûnertiya şer, sirgûn, qirkirin, xweşnebînî, nîjatperestî û otorîteriyê dikin. Îro Erdogan dixwaze dîrokê bi paş ve bibe. Tirkiye fantaziyên xwe yên Împaratoriya Osmanî venaşêre. Wê li Rojava biryar li ser çarenûsa tevahiya herêmê were dayin. Heke ev hevalbendî di planên Rojava de bi ser bikeve wê bi wir re sînordar nemîne. Li Rojava û li her deverê cîhanê divê em li dijî vî şerî rawestin. Ev meseleya mirovahiyê ye." 
 
JONGERDEN: ERDOGAN KURDAN JI BO XWE XETERÎ DIBÎNE
 
Ji Zanîngeha Wagenîngen a Hollanda Sosyolog Dr. Josst Jongerden: "Li Tirkiyeyê hişmendiya siyasî ya serwere li sînorê Sûriyeyê rêveberiya xweser a Kurd qebûl nekiriye û vê weke xeteriyeke ya nembanê dîtiye û weke ‘teror’ pênase kiriye. Bi êrîşê Tirkiye û dixwaze netew-dewletek a bi hêz li herêmê bide avakirin." 
 
WESTRHEÎM: KURD LI BER GEFA QIRKIRINÊ NE
 
Seroka Komîsyona Welatîbûnê ya Tirkiye ya NY’yê û ji Zanîngeha Norwec a Bergen Prof. Karîane Westrheîm: "Ya rastî di nava du hefteyên dawî de Kurdên di bin manşetên dezgehên herî mezin ên navneteweyî de bi qirkirinê re rû bi rû ne. Li aliyê din li çar aliyên cîhanê mirov li dijî vê DYE û zilma wê di nava çalakiyan de ne. Bang li Kurdan dikin ku hem ji bo xwe û hem jî ji bo me ji rêya li ser diçin venegirin, em dostên we yên li derveyî welat, ji bo destekdayîna we em ê hemû rêyên dîplomatîk bikar bînin. Dibe em weke we rû bi rû yê hovîtiyê nebin, lê vê bizanin ku em bi we re ne û bi çalakiyên xwe li gel we ne." 
 
MADER: DYE Û RÛSYA PIŞTEVANIYA DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ DIKE
 
Ji Zanîngeha Basel a Swîsreyê Sosyolog Prof. Ûelî Mader: "Êrîşa dewleta Tirk a li ser Bakur û rojhilatê Sûriyeyê û koçberkirina nifûsa li wir protesto dikim. Bi sed hezaran kes ji war û cihên xwe koç dikin. Ji van bi deh hezaran Kurdi in. Bi şaşmayî li destekdayîna DYE û Rûsya ya li binpêkirina hiqûqa navneteweyî dinêrim. Ji bo vê bûna xwedî helwesteke zelal a Neteweyên Yekbûyî girîng e." 

Sernavên din

28/10/2019
15:31 ‘Roboskî ezmûna dewletê û desthilatdariyê ye’
15:29 Walîtiya Îdirê li bajar çalakî qedexe kirin
15:22 Latîf Epozdemîr bû serokê HAK-PAR'ê
15:18 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Di 3 mehan de herî kêm 663 maf hatin binpêkirin
15:17 Li Şirnexê 3 kesan binçav kirin
14:47 Der Spîegelê mirina Bagdadî bi wêneyê Erdogan ragihand
14:37 Ji Kalin aciziya 'Bagdadî'!
13:54 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan: AKP li dijî hemû kurdan şer daye dest pê kirin
13:47 Guven li Rihayê serdana rêxistinên sivîl kir: Girtin li dijî yekitiyê ye
13:37 Hevşaredarên ji peywire hatin girtin serdana esnafan kirin
12:45 NYT'ê piştperdeya 'operasyona Bagdadî' nivîsand
11:25 Parlamenterê HDP’ê Bulbul: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê mirovahiyê tê kirin
11:18 Bi gotina 'dewletê ferman daye me, em ê we bikujin’ îşkence kirin
10:46 Ozgur: Dê zem wekî baranê bibarin
10:26 Li Somayê mîdîbusa madenvanan û qamyon li hev qelibîn: 26 kes birîndar bûn
10:16 Barzanî: Kuştina Bexdadî nayê wateya dawîanîna DAIŞ’ê
09:07 Nûnerên STO’yên ji CHP’ê re name nivîsandin: A rast aştî parastine
09:06 Kaçmazê HDP’î: Di vê operasyonê wê Tirkiye zirar bibîne
09:06 Li Mêrdînê kevneşopiya rez berdanê dewam dike
09:05 HDP’î: Qeyûm tecrîd e
09:04 ‘Di destê Tirkiyeyê de tenê Artêşek Netewî û 5 mîlyon koçber mane’
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2019'AN
27/10/2019
21:21 Mezlûm Ebdî piştî Bagdadî navek din aşkere kir: Berdevkê DAIŞ'ê li Cerablusê hat kuştin
21:09 QSD: Bagdadî nêzî baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê hat kuştin
18:21 Kovara Jineolojiyê bi hêjmara nû derket pêşberî xwînerên xwe
18:00 Meclîsa Jinan a HDP'ê li Edeneyê dest bi çalakiyên 25'ê mijdarê kir
17:46 Gelê Girê Spî li dijî êrişan di parastinê de ne
17:03 Trump: Bagdadî hat kuştin
16:35 Li Zanîngeha Texas A&M ya DYA'yê êrîşa çekdarî: 2 kes hatin kuştin
16:21 Meclîsa Jinan li Êlihê ji bo çalakiya 25'ê Mijdarê jin dawetî qadan kir
16:05 Gelê Dêrazor êrîşen Tirkiye şermezar kir
15:32 Fermandarê QSD'ê Mazlum Abdî: Piştî xebata 5 mehan terorîst El Baxdadî ji holê hat rakirin
15:20 Bi hezaran mamoste êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:08 Başaran: Tirkiye ji bo DAIŞ derbas bibe sînorê xwe vekir
14:44 QSD: Em ê li gorî lihevkirina Soçî tevbigerin
14:37 Mizrakli, Yilmaz û Nazlier sewqî Qeyseriyê kirin
13:42 Danişîna doza Fatma Şengul sibê ye
13:14 Ebdo: Talankeran 48 hezar û 400 ton genim û cehê Girê Spî birin Tirkiyeyê
13:02 Pêkhateya Ereb: Tirkiyeye armanc dike yekîtiya gelan perçe bike
12:37 Ekolojist: Em ê têkoşîna xwe ya li dijî krîza avhewayê bidomînin
12:10 Berhemê dîrokî bi navê 'parastinê' dixin bin betonê
11:40 Ji Fermandarê Giştî yê QSD'ê parvekirina 'Operasyona dîrokî'
11:10 Piştî cerdevanan konteyniran sewqî sînor dikin
11:08 Emekçî: Çareseriya pirsgirêkan teza Komara Demokratîk a Ocalan e
10:20 Rojnameger Nurcan Kaya serbest berdan
09:06 Nerazîbûna cotkaran a ji bo desteka erd: Heger wisa be em ê dev ji cotkariyê berdin
09:05 Bang li partiyên kurd kirin: Demildest yekîtiya neteweyî pêk bînin
09:05 ‘Çare, tenê yekîtiya neteweyî ye'
09:04 Bariş: Erdogan destvala ji Soçiyê vegeriya
09:04 TÎHV: Divê heyetên serbixwe îdiayên derbarê çekên kîmyewî de lêkolîn bikin
09:03 Gardiyanan gef li girtiyan xwar: Ez dewlet im, hûn terorîst in
09:02 Kardaş: Heta yekitî çê nebe, wê dinya guh nede me
09:01 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2019'AN
26/10/2019
19:15 OHD'ê bang li hiqûqnasan kir: Em bi hevre Makeqanûna pir rengî av bikin
19:01 Meclîsa Jinan a KESK'ê: Em li şûna şer ji tenduristiya jinê re butçeyê dixwazin
18:28 Li Eyn Erûs bi motorsîkletê bombeyî êrîş kirin: Kuştî û birîndar hene
18:04 PSK'ê Ebdulhemîd Hecî Derwêş bi bîr anî
17:03 Chomsky: Bi hezaran mîlîsên Kurd bi destê DYA'yê can dan
16:55 Temellî Şaredariya Îdirê ziyaret kir
16:34 Di operasyona eskerî de kesek hat binçavkirin
16:18 Ermeniyên li Serêkaniyê piştî 104 salan dîsa koç kirin
15:51 Beştaş: Bersûca derbarê hevşaredaran de îfade da çima hat berdan?
15:48 Ji bo Ayaz mewlûd hat dayîn
15:36 Wekîla HDP’ê Gunay: Ji bo kurdan tenê berxwedan maye
15:21 353 saziyên sivîl ên civakî li dijî şer helwest nîşan dan
15:17 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Emê di 25’ê Midarê de ji qadan bin
14:48 Rêber Varhan ê HDP’yî hat berdan
14:44 Temellî: Êdî hemû dunya zane ku îktîdar dijminê Kurdan e
14:43 Civata ronakbir a navneteweyî kampanya piştevaniya kurdan da destpêkirin
14:22 Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 3 windayan pirsî
13:52 Nameya girtiyê ku AKP rexnekir desteser kirin
13:25 Jin li Rihayê wê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin
12:59 Can: Niha ji bo kurdan dema yekitiyê ye
12:55 Buldan: Avakirina yekîtiya kurd deynê stûyê me ye
12:34 Malbata Campbell ji bo cenazeyê keça xwe bigire doz li Tirkiye û Îngilistanê vedike
12:09 Y.U. yê tecawîzê keça xwe kir hat girtin
11:58 Karkerên Maltepê hatin berdan
11:31 Rojnamevan Damar tahliye bû
10:53 ‘Bila ji bo Hezar û 338 girtiyên nexweş zagon bên guhertin'
10:48 'ku helbestvan bixwaze dikare sewta Zîndana Amedê...'
10:47 Şakar: Duh hedef Kurdê azad bû îro hebûna Kurd e
10:37 Rûsya: Amerîka petrola Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdixe
10:27 Li Semsûrê du jin kuştî hatin dîtin
10:13 Pîwiya Nikulsor li Bismilê hat dîtin
09:52 Amûrên çandiniyê ji nûve bi teşe dike
09:41 Kanên xîzê yên bêdestûr berê Çemê Dîcleyê diguherîn in
09:07 Li ser Mizrakli û Yilmaz îfade da, hat berdan
09:06 Li Dêrikê qeymeqam bûye 'qeyûmê fiîlî'
09:06 'Îktîdar li ku be, li wir zext û şidet heye'
09:06 Acar: Dixwazin karkerên metalê wekî koleyan bijîn
09:05 Çandinî û sewalvanî li Mûşê di xeterê de ye
09:04 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Niha edalet li ezman e
09:03 Keskîn: Têkoşîna ji bo mafên mirovan ji bo me jiyanê ye
09:02 Yûsûf Karataş: Tirkiye negîhişt armanca xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2019'AN
25/10/2019
23:21 Huseyîn Aykol ji girtîgehê derket
20:09 Derbarê rojnamevan Îdrîs Yilmaz de biryara berdanê
18:33 Karwanê alîkariya Şengaliyan derbasî Rojava bû
18:14 Erdogan: Weke li Sûriyeyê em ê li dijî kufrê tund bin