WAN - Malbata Seyîthan Ayaz ku li Silêmaniyê di encama êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî şîna 3 rojan mewlûd da.
Ji bo Endamê Komîteya Karên Derve ya KCK'ê Seyîthan Ayaz (Demhat Agit) ku di 15'ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federa ya Kurdistanê, di encama êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hat dayîn. Mewlûda ku piştî şîna 3 rojan li gundê Mamedelan ê navçeya Qelqelî ya Wanê hat dayîn gelek kes tevlî bûn. Ji ber ku cendirmeyan destûr neda konê şînê deynin, malbatê serxweşiyê li mala xwe qebûl kir û hevşaredar û rêveberên HDP'ê jî di nav de gelek kesan serdana malbatê kir.