MÊRDÎN - Parlamenteya HDP'ê Ebru Gunay di kongreya HDP'ê ya Midyadê de axivî û got:"Em di pêvajoyek wiha de derbas dibin ku wekî ku Apê Mûsa dibêje ya ku ji Kurdan re maye serîhildan e."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Midyadê bi dirûşma "Em bi hêvî û wêrektiyê xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" 3'emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist. Tevî Parlamenteya HDP'ê Ebru Gunay û Endamê PM a HDP'ê Eşref Mamedoglu gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Piştî avakirina dîwanê rapora faaliyetan hat xwendin. Piştre Ebru axivî û got:"Sînorên nebaşiya AKP'ê tune ye. Tiştên ku bi awayekî demokratîk bi dest naxe bi rêya zor û faşîzmê hewil dide bi dest bixe."
Ebru diyar kir ku li dijî qeyûman xweristinkirin girîng e û wiha dewam kir:"Me dît ku dema gel bixwaze çawa dikare faşîzma AKP'ê têk bibe. Em di pêvajoyek wiha de derbas dibin ku wekî ku Apê Mûsa dibêje ya ku ji Kurdan maye serîhildan e."
Piştî axaftinan dor hat hilbijartina. Di hilbijartinê de Halisete Cebe û Ahmet Demir wekî hevserokên HDP'ê yê Midyadê hatin hilbijartin.