AMED - 353 saziyên sivîl ên civakî, bi deklerasyona "Li dijî şer, aşitî", diyar kir ku şer hilweşîn û mirin e û wiha gotin: "Em bang dikin ku dagirkirina Bakûr û Rojhilatê Suriyê û şer bê rawestandin. Vê pirsgirêkê bi rêbazên aştiyane çareser bikin."
Rêxistinên sivîl ên civakî û odeyên pişeyan li dijî pêkanînên dijdemokratîk û êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li otelekê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de deklerasyona "Li dijî şer aşitî" ku ji 21 bajaran 353 Saziyên Sivîl ên Civakî îmze avêtinê hat xwendin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydenîz û endamên pêkhateyên Hêzên Ked û Demokrasiyê beşdar bûn. Daxuyanî bi Kurdî û Tirkî xwendin. Daxuyaniya Kurdî Sekreterê Şaxa SES'ê ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs xwend.
'PIRSGIRÊK BI ŞER ÇARESER NABE'
Ûlûs, diyar kir ku 200 salin Pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn û Tirkiyê de mijara serekeye û wiha got: "Em ceribandinên dîrokê jî zanin ku ev pirsgirêk bi şer, şidet û polîtikayên ewlehîyê ve nayê çareserkirin. Çaresernekirina pirsgirêka Kurd buye sedema berdelên mezin. Tenê li Tirkîyê 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran gund hatin valakirin, bi deh hezaran kes hatin girtin, surgun kirin, 18 hezar kes bi hêzên tarî hatin qetilkirin û faîlê wan ne diyare. Lê ew rewşa ji 2015'a şunde bi qedexekirinên derketina kolanan ve gehişte merhaleke din."
'BI XESPKIRINA VÎNA GEL DIYALOG HATE QUTKIRIN'
Ulus, bibîrxist ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê pêvajoya çareserkirinê hate qutkirin û ev pirsgirêk dîsa hewaleyî rê û rêbazên ewlehîye ve hatiye kirin û wiha got: "Bi qedexekirina derketina derve re li gelek bajarên me şer kûr bû. Bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Bajar hatin xirakirin. Gelê me li bajarê xwe bûn koçber." Ulus, da zanîn ku piştî şerên bajaran bi derbeya 15 Tirmehê ve bi temamê welêt de rewşa awarte hat îlankirin û berdewam kir: "Ji ber ku pirsgirêka Kurd nehate çareserkirin, mekanika derbê li welatê me bê dad û bê hiqûq hîşt, îdareya sîyasî rejîmeke otorîter ava kir, li hemberî gel wek îro qeyûm hatin tayînkirin, hilbijartî hatin girtin. Rejîma otorîter bi van rê û rêbazan ve heya îro hat û bi xesp kirina irada gel ve derfetên diyalog û sîyasetê hate qut kirin."
Ulus, anî ziman ku bi KHK'ê bi deh hezaran kes ji karê xwe hatin avêtin û wiha domand: "Bi sed hezaran kes hatin darizandin, bi hezaran kes hatin girtin û bi sed hezaran kes hatin sirgunkirin. Vê demê bi xwe rejîmeke xirab ava kir."
'BI ŞERÊ SURIYEYÊ RE BI SEDHEZARAN KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN'
Ulus, dest nîşan kir ku wek endamên Ked, Demokrasî û Aşitiyê weke her demê li hemberî derbeya sekinîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me ji bo aştiyê berdêl dane û di serîde ji bo pirsgirêka Kurd, di hemû pirsgirêkan de me bang li her alîyî kirin. Şerê Suriyeyê ku 2011 ji vir ve didome, bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi milyonan kes koçber bûn. Çeteyên DAIŞ û cîhadîst ên din bazarên koleya ava kir, jin hatin revandin, firotin û tecawiz kirin. Vê yekê ji diroka cîhanê de cîheki tarî girt. Me li Bosna, li Filistîn û li Şengalê jî dît ku şer di ser de jin û zarokan dibin hedef. Li vê herêmê li hemberî çeteyên DAİŞ'ê gelan mil dane hevdû û ev çete ji erdên xwe derxistin û di bajarên xwe de wekhevî, ewlehî, îstikrar û aştî ava kirin."
'BI ÊRÎŞÊN LEŞKERÎ AŞTIYA HERÊMÊ DI BIN XETEREYÊ DE YE'
Ulus, bal kişand ser êriş û xetereyên ekerî û wiha lê zêde kir: "Ligel nerazîbûna hemû cîhanê artêşa Tirkîyê û hêzên girêdayî wê 9'e Cotmehê êrişî Rojava kirin. Piştî 11 rojan Tirkîye di raya giştî a nawneteweyî de hat rexne kirin bi lihevhatina Amerîkayê ve agirbest hat îlan kirin. Komeleya Mafê Mirovan a Surîyê (SOHR) daxuyanî da ku di van 11 rojan de 120 sivîl û ji herdu alîyan bi giştî 470 kesan jîyana xwe ji dest dan, 300 hezar kes pênaber bûn. Dîsa li alîyê Tirkîyê 18 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan Yekîtiya Neteweyî îlan kir kû iddayen çekên kimyêwî wê bê lêkolînkirin. Di hemû çapemenîya cihanê de jî tê dîtin ku komên li gel Tirkiyeyê weki Efrinê dîsa wek DAÎŞ'ê sucê giran dikin. talan, wêran dikin û tacîzî jinan dikin."
'PIRSGIRÊK DIVÊ BI RÊBAZÊN AŞITIYANE BÊN ÇARESERKIRIN'
Ulus, da zanîn ku neçareserkirina Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Tirkîyê ya derve û hundire û wiha berdewam kir: "Em ji raya giştî re dîsa dibêjin ku ev pirsgirêk bi alîyê şidet û rêyen ewlehîyê ve nayê çareserkirin. Em baş dizanin ku ev rê û rêbaz tenê gelan ji hev dûr dixin. Em wek pêkhateyên Ked, Demokrasî û Aştîyê dixwazin ku dagirkirina Bakûr û Rojhilatê Suriyê bê sekinandin, şer bê qedandin û pişt re ev pirsgirêk bi rê û rêbazên aştiyane bê çareser kirin."
'ŞER HILWEŞÎNE, MIRIN E'
Ulus, herî dawî wiha got: "Şer hilweşîn, mirin û talankirin e. Şer dijminahiya ku nayê dermankirin ava dike. Em bang li Kurd û Tirkên ku bi hezar salin bi hev re dijîn dikin dîsa di nav aşitiyê de bin. Divê qedera gelên Sûriyê ji aliyê gelên Suriyê ve bê diyarkirin. Ev dê bi polîtîkayên aştiyane pêkan be. Em bang li civaka netewdşî û navneteweyî dikin ku pêşiya vî şerî beriya ku bibe felaket bigirin, bibin alîkarê çareseriya pirsgirêka Kurd û ji bo rawestandina şerê Suriyê û hevgirtina gelên rola xwe bilîzin. "