ÊLIH – Endamê Meclîsa HDP’ê Rêber Varhan ê li Êlihê hatibû binçavkirin hat berdan.
Endamê Meclîsa HDP’ê Rêber Varhat di 24’ê cotmehê de li Êlihê bi hênceta parvekirinên medya civakî hatibû binçavkirin. Piştî kar û barên li emniyeta Êlihê Varhan derxistin edliyê. Dozger bi îdiaya “Rêxistina propgandayê kiriye” Varhan sûcdar kir û bi daxwaza girtinê sewqî dadger kir. Dadger piştî ku îfadeyên Varhan girt bi şertê kontrola edlî berda.