Temellî: Êdî hemû dunya zane ku îktîdar dijminê Kurdan e

img

QERS - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, tev li Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP'ê ya Qersê bû û diyar kir ku çareseriya li Sûriyeyê di aştiya bi Kurdan re derbas dibe û wiha got: "Li sînorê me yê Sûriyeyê koorîdora  tororê tune ye. Îktîdara ku dixwaze li ser sînorê me yê Sûriyeyê bi Kurdan re dijminantiyê ava bike heye. Bi salan e me ev got. Lê niha êdî hemû cihan jî vê yekê dibêje. Îro hikûmet emrê xwe bi tecrîd, şer û tunekirina hiquqê dirêj dike. Tecrîda li ÎMraliyê li ser hemû Tirkiyeyê ye." 

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Qersê 2’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Parka Masal a Baxçeyê Millet pêk anî. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, parlamenter û hevşaredarên HDP'ê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Temellî axivî û bal kişand ser biryara boykota meclîsê ya 3 rojan. Temellî, anî ziman ku ji ber meclîs êdî erka xwe ya esasî pêk nîne û nabe bersîva daxwazên gel." 
 
Temellî, anî ziman ku îktîdarê der barê bûyerên 6- 8'ê Cotmehê yên Kobanê de 5 salan HDP tawanbar kir û wiha got: "Me wekî HDP'ê ji bo bûyerên Kobanê bên lêkolînkirin, 4 caran pêşniyarname da meclîsê. Lê AKP-MHP ev daxwaza me red kir. Dîsa têkildarî kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê me gelek caran pêşniyarnameyên lêkolînê da meclîsê. lê disa bloka AKP- MHP'ê red kir. Wekî vê yeke gelek pêşniyarnameyên me hatin redkirin. Vê bloka AKP-MHP'ê her dem HDP tawanbar kir. Her ku me got em lêkolîn bikin û me xwest sûc kê kiriye ronî bike, red kirin. Çima red kirin? Ji ber ku ew dizanin wan sûc kiriye û sûcên xwe davên ser me. Dixwazin ser sûc veşêrin. Naxwazin rastî derkeve holê. Herin li girtekên piştî 24'ê Heziranê binerin. Ji bo fêda gel tu tiştek tune ye." 
 
Temellî, da zanîn ku der barê kesên bi 'EYT û KHK'ê îxrac bûne tu guhertinên zagonî tune ye û wiha got: "Dîsa der barê xizanî û betaliyê de tu guhertin tune ye. Heta niha der barê tu pirsgirêkan de meclîsê înisiyatif negirtiye û tu pirsgirêk çereser nekirine. 3 roj in em ne li meclîsê ne. Li ser kursiya meclîsê çêran li hev dikin. Meclîs wisa nabe. Em bang li gel dikin ku vê rastiyê zanibin. Em dixwazin gel meclîsê hişyar bikin." 
 
'TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI SER HEMÛ TIRKİYEYÊ YE
 
Temellî, da zanîn ku îro Rojhilata Navûn bûye cihê agir û wiha lê zêde kir: "Îktîdar bi pergala serokomariyê nikare bimeşe. Welat xistin rêya felaketê. Li tu derê tiştek rast dimeşe tune ye. Hem Tirkiye û hem jî Sûriyeyê dixe nava felaketê. Hikûmet hebûna xwe bi tecrîd şer û tunekirina hiqûqê diparêze û emrê xwe dirêj dike. Dîsa bi qeyûman li ser piyan e. Heta tecrîd bi dawî nebe, nikare li ser navê hiqûqê tiştekî bike. Tecrîda li ser Birêz Ocalan tenê bi Îmraliyê bi sînor nema. Li ser hemû Tirkiyeyê tecrîd belav kir. Bi tecrîda 5 salên dawî li welat bê edaletî her roj zêde bû. Ji ber vê yekê divê teqez em vê tecrîda li ser Birêz Ocalan rakin."  
 
'EV PERGALA RÊVEBERIYA FAŞÎST E' 
 
Temellî, rêveberiya heyî jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Îro ev pergala rêveberiyê pergala faşist e. Êrîş tundî, didome. Bi tundî û zextan dixwaze pergala xwe rewa bide nîşandan. Halê vê yekê yê herî li pêş çavan tayînkirina qeyûman e. Divê hemû gelê Tirkiyeyê vê yekê bibîne û dersê derxin. Dadgehên bilind mazbatayên HDP'iyan ji destê wan girtin û sûc kirin. Niha bi hezaran HDP’î girtî ne. 
 
'LI SER DIJMINANTIYA KURDAN SIYASETÊ DIKIN'
 
Temellî zimanê siyaseta îktîdarê jî rexne kir û wiha got: "Tirikye li ser dijminantiya Kurdan siyasetê dike û vê siyasetê berdewam dike. Îktîdar ji bo tecrîd, şer û qeyûman berdewam bike  dijminantiya Kurdan rewa dike. Ji sibê heta êvarî dijminantiya Kurdan dike û siyasetê dike. Ji ber vê yekê li ser sînorê me yê Sûriyeyê korîdora terorê tune ye. Îktîdara ku îro li ser sînorê me yê Sûriyeyê dijminantiya me û Kurdan ava dike heye. Mesele ew qas zelal e. Bi salan e em vê yekê tînin ziman. Îro êdî hemû cîhan vê rastiyê tîne ziman. Ji serî de me rêbaza çareseriya siyasî pêşniyar kir û parast. Divê hemû nûnerên civak û pêkhateyên li Sûriyeyê li hev kom bibin û bi hevre çareser bikin. Me xwest maseya ku her kes li ser hebe bê avakirin. Lê dibêjin 'bila Kurd li ser wê maseyê tune be' Bi vî rengî çareserî jî pêş nakeve. Rêya çareseriyê di aştiya bi Kurdan re pêk tê. Heta ku bi Kurdan re aştiyê pêş kînin li Sûriyeyê çareserî pêş nakeve." 
 
'RÊYA ÇARESERIYÊ ÎMRALÎ YE' 
 
Temelli, bal kişand ser rê û rêbazên çareseriyê û wiha lê zêde kir: "Rêya çareseriyê Îmraliyê ye. Piyekî wan li Washington û piyekî wan li Moskova ye. Çareserî li Washington û Moskova çareser nabe. Ger ku hûn li çareseriyê digerin cihê çareseriyê Îmralî ye. Divê bi rêbaza xeta sêyemîn ku xwe dispêke vîna gel pirsgirêk çareser bibe. Heta pêvajoya Mutabakaqata Dolmabahçe em li ser van mijaran axivîn. Îro we ev rê xetibandiye û nikarin siyasetê bikin." 
 
Piştî axaftina Temellî hilbijartin pêk hat. Di hilbijartina bi yek lîsteyê de ji bo hevserokên HDP'ê yên Qersê Sevda Subaşi û Cevdet Anli hatin hilbijartin. 
 
 
 
 

Sernavên din

28/10/2019
15:31 ‘Roboskî ezmûna dewletê û desthilatdariyê ye’
15:29 Walîtiya Îdirê li bajar çalakî qedexe kirin
15:22 Latîf Epozdemîr bû serokê HAK-PAR'ê
15:18 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Di 3 mehan de herî kêm 663 maf hatin binpêkirin
15:17 Li Şirnexê 3 kesan binçav kirin
14:47 Der Spîegelê mirina Bagdadî bi wêneyê Erdogan ragihand
14:37 Ji Kalin aciziya 'Bagdadî'!
13:54 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan: AKP li dijî hemû kurdan şer daye dest pê kirin
13:47 Guven li Rihayê serdana rêxistinên sivîl kir: Girtin li dijî yekitiyê ye
13:37 Hevşaredarên ji peywire hatin girtin serdana esnafan kirin
12:45 NYT'ê piştperdeya 'operasyona Bagdadî' nivîsand
11:25 Parlamenterê HDP’ê Bulbul: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê mirovahiyê tê kirin
11:18 Bi gotina 'dewletê ferman daye me, em ê we bikujin’ îşkence kirin
10:46 Ozgur: Dê zem wekî baranê bibarin
10:26 Li Somayê mîdîbusa madenvanan û qamyon li hev qelibîn: 26 kes birîndar bûn
10:16 Barzanî: Kuştina Bexdadî nayê wateya dawîanîna DAIŞ’ê
09:07 Nûnerên STO’yên ji CHP’ê re name nivîsandin: A rast aştî parastine
09:06 Kaçmazê HDP’î: Di vê operasyonê wê Tirkiye zirar bibîne
09:06 Li Mêrdînê kevneşopiya rez berdanê dewam dike
09:05 HDP’î: Qeyûm tecrîd e
09:04 ‘Di destê Tirkiyeyê de tenê Artêşek Netewî û 5 mîlyon koçber mane’
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2019'AN
27/10/2019
21:21 Mezlûm Ebdî piştî Bagdadî navek din aşkere kir: Berdevkê DAIŞ'ê li Cerablusê hat kuştin
21:09 QSD: Bagdadî nêzî baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê hat kuştin
18:21 Kovara Jineolojiyê bi hêjmara nû derket pêşberî xwînerên xwe
18:00 Meclîsa Jinan a HDP'ê li Edeneyê dest bi çalakiyên 25'ê mijdarê kir
17:46 Gelê Girê Spî li dijî êrişan di parastinê de ne
17:03 Trump: Bagdadî hat kuştin
16:35 Li Zanîngeha Texas A&M ya DYA'yê êrîşa çekdarî: 2 kes hatin kuştin
16:21 Meclîsa Jinan li Êlihê ji bo çalakiya 25'ê Mijdarê jin dawetî qadan kir
16:05 Gelê Dêrazor êrîşen Tirkiye şermezar kir
15:32 Fermandarê QSD'ê Mazlum Abdî: Piştî xebata 5 mehan terorîst El Baxdadî ji holê hat rakirin
15:20 Bi hezaran mamoste êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:08 Başaran: Tirkiye ji bo DAIŞ derbas bibe sînorê xwe vekir
14:44 QSD: Em ê li gorî lihevkirina Soçî tevbigerin
14:37 Mizrakli, Yilmaz û Nazlier sewqî Qeyseriyê kirin
13:42 Danişîna doza Fatma Şengul sibê ye
13:14 Ebdo: Talankeran 48 hezar û 400 ton genim û cehê Girê Spî birin Tirkiyeyê
13:02 Pêkhateya Ereb: Tirkiyeye armanc dike yekîtiya gelan perçe bike
12:37 Ekolojist: Em ê têkoşîna xwe ya li dijî krîza avhewayê bidomînin
12:10 Berhemê dîrokî bi navê 'parastinê' dixin bin betonê
11:40 Ji Fermandarê Giştî yê QSD'ê parvekirina 'Operasyona dîrokî'
11:10 Piştî cerdevanan konteyniran sewqî sînor dikin
11:08 Emekçî: Çareseriya pirsgirêkan teza Komara Demokratîk a Ocalan e
10:20 Rojnameger Nurcan Kaya serbest berdan
09:06 Nerazîbûna cotkaran a ji bo desteka erd: Heger wisa be em ê dev ji cotkariyê berdin
09:05 Bang li partiyên kurd kirin: Demildest yekîtiya neteweyî pêk bînin
09:05 ‘Çare, tenê yekîtiya neteweyî ye'
09:04 Bariş: Erdogan destvala ji Soçiyê vegeriya
09:04 TÎHV: Divê heyetên serbixwe îdiayên derbarê çekên kîmyewî de lêkolîn bikin
09:03 Gardiyanan gef li girtiyan xwar: Ez dewlet im, hûn terorîst in
09:02 Kardaş: Heta yekitî çê nebe, wê dinya guh nede me
09:01 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2019'AN
26/10/2019
19:15 OHD'ê bang li hiqûqnasan kir: Em bi hevre Makeqanûna pir rengî av bikin
19:01 Meclîsa Jinan a KESK'ê: Em li şûna şer ji tenduristiya jinê re butçeyê dixwazin
18:28 Li Eyn Erûs bi motorsîkletê bombeyî êrîş kirin: Kuştî û birîndar hene
18:04 PSK'ê Ebdulhemîd Hecî Derwêş bi bîr anî
17:03 Chomsky: Bi hezaran mîlîsên Kurd bi destê DYA'yê can dan
16:55 Temellî Şaredariya Îdirê ziyaret kir
16:34 Di operasyona eskerî de kesek hat binçavkirin
16:18 Ermeniyên li Serêkaniyê piştî 104 salan dîsa koç kirin
15:51 Beştaş: Bersûca derbarê hevşaredaran de îfade da çima hat berdan?
15:48 Ji bo Ayaz mewlûd hat dayîn
15:36 Wekîla HDP’ê Gunay: Ji bo kurdan tenê berxwedan maye
15:21 353 saziyên sivîl ên civakî li dijî şer helwest nîşan dan
15:17 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Emê di 25’ê Midarê de ji qadan bin
14:48 Rêber Varhan ê HDP’yî hat berdan
14:44 Temellî: Êdî hemû dunya zane ku îktîdar dijminê Kurdan e
14:43 Civata ronakbir a navneteweyî kampanya piştevaniya kurdan da destpêkirin
14:22 Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 3 windayan pirsî
13:52 Nameya girtiyê ku AKP rexnekir desteser kirin
13:25 Jin li Rihayê wê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin
12:59 Can: Niha ji bo kurdan dema yekitiyê ye
12:55 Buldan: Avakirina yekîtiya kurd deynê stûyê me ye
12:34 Malbata Campbell ji bo cenazeyê keça xwe bigire doz li Tirkiye û Îngilistanê vedike
12:09 Y.U. yê tecawîzê keça xwe kir hat girtin
11:58 Karkerên Maltepê hatin berdan
11:31 Rojnamevan Damar tahliye bû
10:53 ‘Bila ji bo Hezar û 338 girtiyên nexweş zagon bên guhertin'
10:48 'ku helbestvan bixwaze dikare sewta Zîndana Amedê...'
10:47 Şakar: Duh hedef Kurdê azad bû îro hebûna Kurd e
10:37 Rûsya: Amerîka petrola Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdixe
10:27 Li Semsûrê du jin kuştî hatin dîtin
10:13 Pîwiya Nikulsor li Bismilê hat dîtin
09:52 Amûrên çandiniyê ji nûve bi teşe dike
09:41 Kanên xîzê yên bêdestûr berê Çemê Dîcleyê diguherîn in
09:07 Li ser Mizrakli û Yilmaz îfade da, hat berdan
09:06 Li Dêrikê qeymeqam bûye 'qeyûmê fiîlî'
09:06 'Îktîdar li ku be, li wir zext û şidet heye'
09:06 Acar: Dixwazin karkerên metalê wekî koleyan bijîn
09:05 Çandinî û sewalvanî li Mûşê di xeterê de ye
09:04 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Niha edalet li ezman e
09:03 Keskîn: Têkoşîna ji bo mafên mirovan ji bo me jiyanê ye
09:02 Yûsûf Karataş: Tirkiye negîhişt armanca xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2019'AN
25/10/2019
23:21 Huseyîn Aykol ji girtîgehê derket
20:09 Derbarê rojnamevan Îdrîs Yilmaz de biryara berdanê
18:33 Karwanê alîkariya Şengaliyan derbasî Rojava bû
18:14 Erdogan: Weke li Sûriyeyê em ê li dijî kufrê tund bin