ENQERE - Rêveberiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê nameya girtî Taner Korkmaz, bi hinceta AKP rexne kiriye desteser kir. Girtîyan diyar kirin ku nameyan nadin wan, mafe wan ê sohbet û ragihandinê asteng dikin.
Reveberiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, mafê girtiyan binpê dike. Mafê wan ê ragihandin û sohbetê asteng dike. Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dimînin, name ji şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê re şandin û bal kişandin ser binpêkirina mafan. Girtiyan anîn ziman ku meha îlonê bê navber rastî binpêkirina mafan hatin û wekî "Tecrîda di nava tecrîdê de" pênasekirin. Girtiyan anîn ziman ku hemû alavên kantînê zêde kirine û weşan qedexe kirine.
Girtiyan di nameyê de binpêkirina mafan rêz kirin û wiha gotin: "Pirtûka 'Marksizm û şerê gerîlla' ku ji Murat Kaymaz re hat şandin piştî bi hefteyan hat rawestandin rêveberiya girtîgehê biryara qedexeyê da û desteser kirin. Lê heta niha der barê pirtûkê de tu biryar nehatiye girtin.
* Pirtûka 'Li Amarîkya Latin Tevgerên gerîlla 1-2' a bi kargo ji girtî Taner Korkmaz re hat şandin, piştî 10 rojan li girtîgehê hat rawestandin qedexe kirin û nedan. Heta niha der barê vê pirtûkê de tu biryar nehatiye girtin.
* Li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind sînorê 12 pirtûk û 2 kovar anîne. Rojnameyên Yenî Yaşam û Yenî Asya nadin girtiyan.
* Nameya ku Taner Korkmaz têde AKP rexne kiribû, piştî 23 rojan rawestandin, desteser kirin.
* Nameya girti Macit Şahinkaya ji rojnameya Cumhuriyet û Birgunê re şandibûn û nameya ku girtî Taner Korkmaz ji Bianet û Yeni Yaşamê re şandibû, nameya ku Talat Şanli ji Evrensel û Duvarê re şandibû mehekê dan rawestandin.
Dîsa mafê girtiyan ê ragihandin û sahbetê asteng dikin.