ENQERE - Bavê Anna Campbell ku di Adara 2018'an de li Efrînê jiyana xwe ji dest dabû Dirk Campbell, ji bo ku cenazeyê keça xwe bigire, amadekarî dike ku doz li Tirkiye û Îngilistanê vebike.
Şervana YPJ'ê Anna Campbell (Hêlîn), di çaroveya êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de di 24'ê Adara 2018'an de di encama êrîşeke hewayî de li Efrînê jiyana xwe ji dest dabû. Li gel ewqas dem di ser re derbas bûye jî malbata Cambell hê jî cenazeyê keça xwe negirtiye. Bav Dirk Campbell ji ber ku cenazeyê keça wî neçûye welatê wê, amadekarî dike ku doz li Tirkiye û Îngilistanê vebike. Dirk Campbell, hefteya borî di çalakiya “Rise up For Rojava” de ku li paytexta Îngilistan Londonê hat lidarxistin de ragihand ku ji bo keça xwe kampanyaya “Em Annayê bînin malê" daye destpêkirin.
Campbell, têkildarî rewşa xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku keça wî piştî qedandina zanîngehê, di sala 2017'an de jê gotiye ku ji bo Şoreşa Rojava şer dixwaze û wiha got: "Piştî ku keça min jiyana xwe ji dest min bi Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC), Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê û Ofîsa Civaka Neteweyan re civîn kirin. Van saziyên sozên piştgiriyê dan min lê li gel ku ewqas dem darbas bûye jî hê tu geşedaneke tuneye. Li ser vê yekê min xwest ez bixwe biçim Rojava û li keça xwe bigerim. Ji bo vê yekê min gelek caran serî li Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Londonê da û ji wan xwest ku ewlehiya çûyîna min bigirin. Lê bi awayekî fermî min tu bersiveke fermî negirt."
'KEÇA MIN NEHAT VEŞARTIN'
Campbell, diyar kir ku keça wî piştî ku jiyana xwe ji dest daye nehatiye veşartin û ev tişt anî ziman: "Polîtîkayeke tirkan a ku cenazeyan ji erdê hilnadin heye. Hemû kesên ku hewld didin cenazeyan ji erdê rakirin dikujin. Ez zanim ku keça min li kurd jiyana xwe ji dest daye. Li Mehmûdiyeyê li derveyî malekî jiyana xwe ji dest daye. Hê jî keça min li wir e." Campbell, destnîşan kir ku ji ber ku mafê wî yê veşartina keça wî asteng kiriye dê doz li Tirkiyeyê veke û ev tişt got. "Li gorî hiqûqa navneteweyî Tirkiye neçare ku bersiv bide min. Heke vê berpirsyariya xwe neyne cih ez doz lê vekim. Ez li dijî hikûmeta Îngilistanê jî doz vekim. Lewre ji bo parastina mafê welatiyên xwe zextê li hikûmeta Tirkiyeyê nekirin. Pêvajoyeke dirêj ji bo vê yekê pêwîst dike. Divê ez agahî, delîl û şahid û dosyake baş amade bikim."
Ji bo xwe gihandina kampanya “Em Annayê bînin malê" û Dirk Cambell: crowdjustice.com/case/bring-anna-home