ŞIRNEX - Kesê bi navê Y.U. yê di rojên derbas bûyî de li Qilabanê tecawîzê keça xwe kir hat girtin.
Kesê bi navê Y.U. yê li bajarokekê navçeya Qilaban a Şirnexê dijî, ji ber ku tecawîzê keça xwe ya 15 salî kir hat girtin. Li gorî agahiyan, bûyera tecawîzê berî du hefteyan li Hatayê hat jiyîn. Zaroka ku rastî tecawîza bavê xwe hat bûyer ji dayik û xizmên xwe re vegot. Li ser vê yekê bûyer aşkere bû. Dayik û xizmên zaroka 15 salî piştî Y.U. gilî kirin hat binçavkirin û birin qereqola bajarokê.
Y.U. ê îfade da dozger hat girtin. Hat diyar kirin ku kesê tecawîzê keça xwe kir, di heman demê de tiryakê vedixwe û her tim tundiyê li hevjîna xwe dike.