STENBOL - 3 kesên ku di encama mudaxileya karkerên Yekineya Paqijiyê ya Şaredariya Maltepê dagirkirin de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Karkeran duh Yekîneya Paqijiyê ya Şaredariya Maltepê dagir kirin û ji karderxistinên karkeran şermezar kirin. Polîsan mudaxileyî karkeran kirin û 3 kes binçav kirin. 3 karkerên ku li miduriyetat polîsan îfade dan hatin berdan.