EDENE - Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtigehan a Navneda ÎHD'ê Îlhan Ongor, paketa darazê rexne kir û xwest 457 jê giran Hezar û 338 girtiyên nexweş bên berdan û ji bo vê yekê zagon bên guhertin.
Yekîtiya Tabîban a Cîhanê bi Danezana Lîzbonê bal kişandin ser mafên nexweşan û 26'ê Cotmeha 1981'an wekî Roja Mafên Nexweşan îlan kirin. Şaxên ÎHD'ê yên Edene bi boneya Roja Mafên Nexweşan a Cîhanê daxuyanî da. Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtigehan a Navneda ÎHD'ê Îlhan Ongor, bal kişand ser mafên girtiyên nexweş û xwest 457 jê giran Hezar û 338 girtiyên nexweş bên berdan û ji bo vê yekê zagon bên guhertin. Ongor, diyar kir ku Tirkiye îmze avêtiye bin ve danezanê û li gorî vê danezanê tev nagere. Ongor, xwest li gorî vê danezanê faktoran ji bo nexweşan ava bike û li girtîgehan ev faktor nayên avakirin û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan.