STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mahmut Şakar diyar kir ku dema hezên navdewletî di 9'ê Cotmeha 1998'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin peyama "Em Kurdên Azad naxwazin" dan û 21 sal şûnde jî heman hêz vê carê hebûna Kurdan kirine hedef û Kurdan qebûl nakin.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 21 sal berê bi destên hêzên navdewletî di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibatê de radestî Tirkiyeyê kirin. Ocalan 20 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin. Ocalan 8 salan bi parêzerên xwe re hevdîtin nekir. Piştî 8 salan Prz. Newroz Uysal û Rêzan Sarica di 2 û 22'ê Gulanê 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûn Îmraliyê û bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin kirin. Ocalan di hevdîtina 2'ê Gulanê de bal kişand ser Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xwest rê li pêş şerê di navbera Kurd û Tirkan de bê girtin. Ocalan di hevdîtinên din de bal kişand ser têkiliyên Kurd û Tirkan ên dîrokê û xwest ev dirok baş bê lêkolînkirin. Li gel hemû hişyariyên Ocalan ên ji bo çareseriya demokratîk, Tirkiyeyê di salvegera 9'ê Cotmeha 1998’an de 21 sal şûnde dîsa di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi şerê giran kir. Bi tang, top û balafirên şer êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Parêzerê Ocalan Mahmut Şakar ku demek dirêj bi Ocalan re hevdîtin kir, der barê pêşdîtinên Ocalan û polîtikayên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.
Prz. Mahmut Şakran, anî ziman ku Ocalan, di encama komploya hêzên kurevî yên xwestin Rojhilata Navîn parve bikin û ji bo vê yekê hêzên Kurdan bê tesîr bikin de neçar ma ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de Sûriyeyê terk bike û wiha got: "Kurd li erdnigariyek pir berfireh belav bûne. Di nava sinorê 4 welatan de belav bûne. Her çend ne xwedi statuyek be jî heta niha ziman, çand û nasnameya xwe parastiye. Dîsa wekî aktorek sereke rol û rista xwe lîstüiye. Ocalan jî di nava vê hêzamezin a heyî de xeta demokratîk ava kir. Li dijî polîtîkaya înkar û îmhaya li ser civaka Kurd, siyaseta azad ava kir. Hêza cewherî ya civakê derxistiye holê. Bû pêşengê siyasetek nû ya avaker. Ji ber vê yekê hêzên hegemon ên klasik nexwestin ev hêza ku xwe dispêre gel û civaka demokratîk pêş bikeve û ev yek ji bo xwe tehdît dîtin. Ocalan îro tarza siyaseta xeta "Rêya sêyemîn" ku vîna gel a demokratîk temsîl dike, esas digire. Li dijî vê xetê, hêzên kurevî Ocalan, bi rêbaza eşqiya/nehsî ji Rojhilata Navîn derxistin û teslîmî Tirkiyeyê kirin."
'ÊRÎŞA 9'Ê COTMEHÊ NE TESADUFÎ YE'
Prz. Şakar, da zanîn ku 21 sal şûnde di 9'ê Cotmehê de êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tesadufî ye û wiha axivî: "Ji bo ku em zanibin ev ne tesadifî ye, divê em li geşedanên pişt komploya 9'ê Cotmehê binerin. Birêz Ocalan, piştî komployê li Girtîgeha Îmraliyê vînek pir xurt nîşan da. Dîsa di aliyê fikrê û fîzîkî de hêz û berxwedanek pir xurt nîşan da. Di qada stratejîk de bi fikrên xwe qedera gelê Kurd guhert. Bi fikrên xwe hêza komployê ya taxrîpkar pûç kir. Rêya jiyanek nû daye pêş gelê Kurd. Şoreşa Rojava pêş ket. Piştî 2011'an di encama vê xetê de berhemek nû û hilberînek nû ava bû. Ocalan bi fikrên xwe û projeyên xwe di Rojhilata Navîn de guhertinek mezin ava kir. Wekî sekreterê partiyekê li Rojhilata Navin derket holê, lê piştre li Rojhilata Navîn bû Rêberê Gelan a Demokratîk. Xeta sêyemîn a xwe dispêre hêza gelan a Demokratîk pêş xist. Ji ber vê yekê di 9'ê Cotmeha 2019'an de Dewleta Tirk û çeteyen girêdayî wê êrîşî projeya jiyana hevpar a gelan kirin. Ev di heman demê de li dijî fikr û nûnertiya vê projeyê ye."
'DEWLETA TIRK XWEST HÊZA KURD PERÇE BIKE'
Şakar, da zanin ku hêzên kurevî bi komploya 9'ê Cotmehê xwestin li Rojhilata Navîn baxçeyekî bê strî ava bikin û wiha berdewam kier: "Dewleta Tirk jî xwest hêza gelê Kurd bi temamî perçe bike. Xwest hemû hêzên zindî îmha bike. Dema mirov bi vî çavî lê binere; Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ku derî li komkujya Kurdan vekir û dixwaze bi komployê encam bike. Ji xwe di hevdîtina ewil a bi Ocalan re, Birêz Ocalan bal kişandibû ser vê gefê.
Xwestibû rê li pêş vê gefê bigire. Di parastina xwe de jî gotibû 'Kurdên di bin êrîşa komkujiyê de'. Ew qas dem derbas bû, geşedanên heyî nîşan dide ku gefên komkujiyê li ser Kurdan hêj ranebûye û didome."
'ERDGAN LI PÊŞ ÇAVÊN NY'Ê PLANA KOMKUJIYÊ VEGOT'
Şakar, anî ziman ku dewleta Tirk wisa difikî ku Kurd di nava qalibekî de asê kirine, lê piştî Şoreşa Rojava Kurd di qada navneteyî û hêza navdewleti de bûn navenda siyasetê. Polîtakaya 1999'an a înkar û komkujiyê ku danîbûn aliyekî, piştî Şoreşa Rojava pêş ket, rengê wê ji nuve derket holê. Ev polîtîka piştî 2014'an bi plana ‘hilweşînê" ji nûve ket rojevê. Şoreşa Rojava bû sedem ku Gelê Kurd di qada kurevî de bê naskirin. Têkoşina gelê Kurd a 40 szalan ku Tirkiye wekî terorê pênase dikir, êdî di qada navneteweyî de ket navendê. Li dijî vê yekê di navbera salên 2015-2016'an de di serî de li Cizîr, Şirnex Nisêbin, Sûr, Hezex û Geverê, Efrîn û îro Gire Spî û Serêkaniyê heman siyaseta îmhayê xistin meriyetê. Ev encama heman siyasetê ye. Erdogan, di civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de nexşeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xist destê xwe û li pêş çavên nûneran tevan plana komkujiyê vegot. "
'21 SAL ŞÛNDE HEBÛNA KURDIN KIRIN HEDEF'
Şakar, bal kişand ser cudahiyên 9'ê Cotmeha 1998'an û 9'ê Cotmeha 2019'an û wiha lê zêde kir: "Bi komploya 9'ê Cotmehê gotin ‘Em Kurdên azad naxwazin'. Bi vê yekê hêzên kurd kirin hedef. Bi gotina Ocalan ‘Xwestin serî jê bikin û bedena wî bidin teyr, tulûr, mar û mişkan'. Lê piştî 21 sal şûnde vê carê nasnameya Kurd, hebûna Kurdan kirin hedef. Êdî Kurdên girêdayî xwe jî qebûl nekirin. Xwîn ketiye çavê wan. Çavê xwe berdane komkujiyê."
Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de bal dikişîne ser rewşa Rojava û têkiliyên Kurd û Tirkan. Dixwaze pirsgirêk bi rêya aştiyane û diyalogê çareser bibe. Birêz Ocalan piştî 8 salan ku dîsa bi parêzeran re hevdîtin kir, wekî 1999'an dîsa xwest li dijî tundiyê bi rêya demokratîk û aştiyê pirsgirêkê çareser bike. Xwest bi hêza nerm û bi Sûriye û Rûsyayê re hevdîtin bên kirin. Xwest li ser Makeqanûna Nû ku hemû nasnameyan diparêze li hev bikin. Ji xwe rol û misyona Ocalan çareseriya aştiyane esas digire. Di pêvajoya ku Tirkiye bi çargavî diçû şer de dîsa got 'Ger derfet bê dayîn dikarim di hefteyekî de meseleya Kurd çareser bikim' Xwest li şûna şer rêbazên din jî bên ceribandin. Her dem dewlet li ser vê meseleyê hişyar kir. Diyar kir ku şerê li ser Rojava tenê bi Rojava sînor namîne. Ji ber vê yekê xwest ev mesele bi diyalog, muzake û fikra jiyana hevpar bê çareserkirin."
'RÛSYA TIRKIYE TEŞWÎKÎ DAGIRKERIYÊ KIR'
Şakar, herî dawî bal kişand ser dagirkeriya Tirkiyeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha berdewam kir: "Di 9'ê Cotmehê de ez difikirim ku hewldana dagirkeriya Tirk bi sorkirina Rûsya pêk hatiye. Rusya, Îran û Suriye; dewleta Tirk wekî sedema hilwşîna Sûriyeyê dibînin. Ji ber vê yekê xwestin wan û Kurdan bi hev bidin şerkirin. Xwestin Tirkiyeyê bi Kurdan bidin şerkirin. DYA jî dixwaze bi destê Tirkiyeyê hesabê xwe pêk bîne.
peymana ku DYA û Rûsya bi Tirkiyeyê daye îmzekirin perçeyê vê planê ye. Bêyî vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têxe nava hesab siyasetek qirêj meşandin. Ev yek jî nayê qebûlkirin"
Şakar, da zanîn ku hêj talûkeya li ser gelê Kurd berdewam dike û wiha bi dawî kir: "Li dijî vê plana tunekirinê derfetên berxwedanê pir zêde ye. Di sedsala 21'an de vê komploya ku ji nûve geş bûye, pêkan e ku mirov dîsa wê pûç bike. Tecrûbeya 21 salan heye. Berxwedan heye. Paradigma Ocalan heye. Dîsa rastiya gelê Şoreşger heye. Reha hêza enternasyonalist ku dildarê vê têkoşînê ne heye. Gelê Kurd li dijî vê planê de asta cîhanê de bersîv da. Cîhan qada têkoşînê ye. Têkoşîna li dijî havîtî, înkar û barbariyê erka hemû mirovahiyê ye. Têkoşîna rûmetê tekoşîna mirovahniyê ye. "
MA / Sadiye Eser