SEMSÛR - Li Semsûrê, du jinên ku bi çiftê hatine kuştin hatin dîtin. Derbarê kuştina bi guman a her du jinan de lêpirsîn hat destpêkirin.
Li Taxa Cumhuriyetê ya Semsûrê du jinên ku bi çiftê hatibûn kuştin hatin dîtin. Welatiyên taxê yên dengê çekê bihîstin agahî dan leşker û ekîbên tenduristiyê. Ekîbên hatin cihê bûyer, dîtin ku jina binavê Cansû Guven a 21 salî û Songul Onemli ya 23 salî ji singên xwe hatine gule barankirin. Ekîbên tenduristiyê her du jin rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Semsûrê. Cenazeyê du jinên ku jiyana xwe ji dest dan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Semsûrê.
Polîsan dûr derbarê kuştina bi guman a du jinan de, dest bi lêpirsînê kirin.