MÊRDÎN – Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, destnîşan kir ku çalakî û xizmetên ku ew dixwazin bikin qeymeqamtiya navçeyê wan asteng dike û bi vî awayî gel tê mexdûrkirin. Esmez, got: "Niha bi awayekî fiîlî qeyûmek heye."
Qeymeqamê Dêrikê Hakan Kafkas, xizmet û çalakiyên ku Şaredariya Dêrikê ya HDP'î dixwaze bike asteng dike. Meclîsa Şaredariya Dêrikê xwest navê "Ûgûr Kaymaz" li parkekê bike, lê belê qeymeqam biryara meclîsê qebûl nekir. Qeymeqamtiyê di biryara xwe de ji bo Ûgûr Kayman û bavê wî Ahmet kaymaz ku di 21'ê Mijdara 2004'an de hatin kuştin got, "terorîst" in. Her wiha qeymeqamtiyê nehişt şaredarî ji bo avahiya nû ya şaredariyê merasîma vekirinê jî bê çêkirin û nehişt tenekeyên çopan li hin deverên bajêr bên dayîn û "Mihrîcana Zeytûnan" bê lidarxistin.
‘GEL TÊ MEXDÛRKIRIN'
Hevşaredar Mulkiye Esmez, bilêv kir ku ji bo her fealiyetê destûra ji qeymeqamtiyê bûye mecbûrî û got, xebatên binerdî yên di dema qedexekirinên derketina derve de texrîb bûbûn jî di nezareta polîsan de hatine çêkirin. Esmez, diyar kir ku gava pirtûkên çîrokan ên bi kurdî li zarokan belav dikirin polîsan daye dû wan û ew şopandine û li pirtûkan nerîne.
Esmez, destnîşan kir ku şaredarî cihê xizmetê ye û got, wan xwestiye rêyên nîvco mane bên çêkirin û rêyên hatine girtin vebikin, lê belê qeymeqamtiyê nehiştiye. Esmez, anî ziman ku bi vî awayî gel tê mexdûrkirin."
Esmez, diyar kir ku qeymeqamtiyê nehiştiye ew "Mihrîcana Zeytûnan" li dar bixin, lê belê qeymeqamtiyê mihrîcaneke bi vî rengî çê kiriye û got, bi pêkanîneke cihêkariyî re rû bi rû dimînin. Esmez, got: "Qeymeqamtî mihrîcanan çê dike. Li Midyadê mihrîcaneke hat çêkirin, destûr da. Li Cizîr û Nisêbînê jî. Her çend qeyûm nehatibe tayînkirin jî, lê niha em bi qeyûmeke fiîlî re rû bi rû ne. Nahêlin em bixebitin."
‘EM Ê JI DERHEKÊ VAN PÊKANÎNAN DERKEVIN'
Esmez, anîn ziman ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatiye kirin, fealiyetên bi şaredariyên navçeyan ên HDP'î re hatine sekinandin û got: "Ev xizmet ji bo gel in. Bi astengkirina wan, gel tê cezakirin. Lê çi dikin bila bikin, em li gel gelê xwe ne û ji destê me çi bê em ê bikin. Em dizanin ku gelê me ji rewşa me fêm dike. Em ê ji derheê van pêkanînan derkevin."
MA / Ahmet Kanbal