WAN - Rojnamevan Îdrîs Yilmaz ku 16 sal ceza lê hat birîn, diyar kir ku nîşeyên ji bo danişîneke xwe amade kiribûn jî nehiştine bi xwe re bibe dadgehê û got: "Em di serdemeke wisa de ne ku edalet li erşê ye."
Rojnamevan Îdrîs Yilmaz ku 10 sal ceza lê hatibû birîn, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 6 sal û 3 mehên din jî lê hatin birîn. Yilmaz ku 22 meh in di Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê de ye, nameyek şand.
NEHIŞTIN NÎŞEYÊN JI BO PARASTINA XWE JÎ BÎNE
Danişîna doza Yilmaz, di 22'yê Cotmehê de pêk hat. Pêşî jê re gotine wê bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bibe, lê paşê wî birine Wanç Îdrîs, got: "Min tenê kincên xwe li xwe kirin û ji odeyê derketim. Paşê gotin, em te bibin Wanê. Min jî destûr xwest ku ji bo hin eşyayan bi xwe re bînim. Lê nehiştin. Bi lez û bez min xistin rîngê. Min anîn Girtîgeha Wanê û xistin hucreyekê. Her wiha ji ber ji Girtîgeha Xarpêtê pereyê min neşandibûn Girtîgeha Wanê, tam hefteyekê bi heman kincan mam. Li hucreyê ne TV, ne pirtûk hebûn û ne jî hevdîtina bi kesekî re pêkan bû. Min çend caran ji Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan daxwaz kir ku min sewqî Wanê bikin, ji lew re malbata min li Wanê ye. Lê daxwaza min nehat qebûlkirin."
'DIXWAZE BI AWAYEKÎ ADIL BÊ DARIZANDIN
Yilmaz, bilêv kir ku di 22 mehên girtîgehê de carekê jî wî nebirine dadgehê û got: "2 sal in bi SEGBÎS'ê tev li danişîna dibim. Mixabin, piştî 2 salan daxwaza min a ji bo çûyîna dadgehê hat qebûlkirin. Lê belê gava ji bo dadgehê min anîn Girtîgeha Wanê, hema bêje zilm li min kirin. Hucreya tê de bûm qirêjî bû. Ji ber vê astim û bronşîta min zêdetir bû. Min ji bo danişînê hin nîşe girtibûn, nehiştin wan jî bi xwe re bînim. Ez tenê dixwazim bi awayekî adil bên darizandin. Ev mafê min ê sereke ye. Lê 2 sal in bi awayekî adil nehatime darizandin." Yilmaz, destnîşan kir ku li tevahiya welat pêkanînên bêhiqûqî hene û got: "Ez dizanim niha welat di pêvajoyeke pir rageşiyî de ye û wê vê nameya min balê nekişîne. Lê çi dibe bila bibe ez ê dev ji daxwaza xwe ya ji bo darizandineke adil bernedim."
'EDALET LI ERŞÊ YE'
Yilmaz, di dawiya nameya xwe de bilêv kir ku ew rojnamevan e û niha di destê wî de tenê pênûsa wî heye ku darizandina ne adil bilêv dike, lê belê bi hezaran mirov hene nikarin mexdûriyeta xwe bînin ziman. Yilmaz, got: "Em di serdemeke wisa de ne ku edalet li erşê ye."