STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, bal kişand ser serdegirtina mala xwe û got: "Piştî Nedîm Şener di weşana zindî de gef li min xwarin polîsan avêtiye ser mala min. Têkoşîna di warê mafên mirovan de ji bo me awayekî jiyanê ye, em ê dev jê bernedin."
Di 22'yê Cotmehê de polîsan avêtibû ser mala Hevseroka Giştî ya Mafên Mirovan (ÎHD) Erene Keskîn ku ji salên 90'î ve di warê mafên mirovan de têdikoşe. Ji ber di dema avêtina ser malê de Keskîn ne li malê bû, polîsan ji bo îfadeyê gazî wê kir. Keskîn, di 23'yê Cotmehê de çû Edliyeya Çaglayanê û piştî îfadeyê hat berdan.
Keskîn, ji ber derhênera weşana giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê bû, derbarê wê de 143 doz hatibûn vekirin. Ji ber ev dosye hatin yekirin hejmara dozan ji 143'yan bû 122. Her wiha di doza Ozgur Gundemê de 17 sal û 2 meh û 20 roj ceza li Keskînê hatibû birîn û 409 hezar û 912 TL cezayê pereyî lê hatibû birîn.
‘DI SALÊN 90'Î DE NE WISA BÛ'
Keskîn, destnîşan kir ku di salên 90'î de ji ber azadiya fikr û ramanê bi ser malan de nedihat girtin û got: "Hele avêtina ser malên parêzvanên mafên mirovan qet çê nedibû. Teblîxat ji me re dişandin, an jî ji bo îfadeyê telefonî me dikirin. Polîsên TEM'ê tu carî nediavêtin ser malên me. Di hatinên xwe yên dawî de mal sehî nedikirin, lê belê cara din gava hatin mal sehî kirin. Di 90'î de ev tişt tunebûn. Ez parêzer im. Her roj li edliyeyê me. Bi telefonê bigerin ez ê biçim. Niha derbarê min 17 sal û 2 meh ceza hatiye birîn û li îstinaf û Dadgeha Bilind e. Ez tim dibêjim, bi telefonê bigerin ezê biçim. Lê radibin polîsan dişînin. Ev dûrî aqila ye."
‘DOZGER, MIN TALÎMATEKE WIHA NEDAYE'
Keskîn, diyar kir ku wê ji dozger pirsiye ku çima polîs şandine mala wê û got: "Dozger, got 'Min talîmateke wiha nedaye. Lê dibe wekî keseke talûke nzî te bûbûn.' Ma daxuyaniyeke bi vî rengî dibe? Ma polîs li gorî dilê xwe davêje ser malan? Helbet tiştekî wiha tuneye. Ev rêbazine dûr aqilan e. Dozger bi gotinên Mûrat Karayilan dest bi îfadeya min kir. Min got, 'Hûn çi dibêjin? Min êi gotibe divê hûn li wê binerin.' Dibêjin, min li gor talîmatên Qendîlê twît parve kirine. Ev tişt dûrî aqila ne. 30 sal in ez parêzvanê mirova me. Heta niha min talîmat ji kesî negirtine. Tu karekî min bi talîmatan tuneye. Bi rastî jî di salên 90'î te tiştên wisa dûrî aqilan tune bûn. Ya niha tê kirin derî hiqûqê ye."
Keskîn, anî ziman ku piştî Nedîm Şener ew kiriye hedef lêpirsîn hatiye detspêkirin û got: "Nedîm Şener, di weşana zindî de min wekî PKK'yî îlan kir. Got, 'Alçax, bêşeref.' Piştî vê bi hezaran gef li min hatin xwarin. Bi rojan ji bo astengkirina wan tev geriyam. Dibe ku di wê navberê de ev dosye hatibe amadekirin. Ê me qadên me yî wekî yên wan pir tunene. Ew her roj di weşanên zindî de ne. Xîtabî bi milyonan kesî dikin. Piştî bernameya Ahmet Hakan, Tahir Elçî bû hedef. Di ya Hrant Dînk te jî wiha bû. Di sala 1998'an de serokê me yê giştî Akin Bîrdal jî wiha bû hedef. Her roj bi rûpelan nûçe hatin çêkirin û bi çekê bera Akin Bîrdal dan. Di ser çapemeniyê re êrîşên wiha tên kirin. Loma ez dibêm hatina wan a malê dibe ku ji ber gotinên Nedîm şener bin."
‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN'
Herî dawî Keskîn got: "Ez têkoşîna ji bo mafên mirovan, ji bo miriyên me wekî deynekî di stuyan de dibînim. Eger ez dev ji deynê xwe yê ji bo Apê Mûsa, Vedat Aydin, Hrant Dîn û yên din berdim û dev ji vê têkoşînê berdim, ez ê nebim ez. Ne tenê ez, hemû hevalên me yên di vê qadê de wiha tev digerin. Em ê qet dev jê bernedin. Ji bo me awayekî jiyanê ye."
MA / Sadiye Eser