STENBOL - Rojnamevan Yûsûf Karataş, destnîşan kir ku her du armancên Tirkiyeyê yên di şerê Sûriyeyê de jî bi ser neketine û got: "Di çapemeniyê de tê gotin bi ser ketiye, lê ne wisa ye."
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn derbarê operasyona leşkerî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 22'yê Cotmehê de li Soçiyê li hev kom bûn. Piştî civînê, mutabaqateke 10 xalî hat parvekirin. Rojnamevan Yûsûf Karataş, hevdîtina pêk hat û mutabaqata hat parvekirin nirxand.
Karataş, bilêv kir ku bi vê mutabaqatê re wê bandora Rûsyayê ya li Sûriyeyê zêde bibe û mutabaqat hin benda danîne pêşiya armancên Tirkiyeyê. Karataş, bibîr xist ku Tirkiye bi armanca herêmeke ewle ya bi firehiya xwe 444 kîlometre û bi kûrahiya xwe 32 kîlometre ketiye rê û got: "Tirkiye tenê li Serêkaniyê û Tel Abyadê kontroleke wisa bi dest xist. Lê belê bi peymana bi DYA'yê re hat çêkirin, ji bo operasyonê ber bi herêmên din ve neçe pêşî lê hat girtin. Paşê Erdogan û Pûtîn li Soçiyê li hev kom bûn. Erdogan bi hêviya ku şert û mercên vê sînordarkirinê bên rakirin çû. Lê belê Rûsya destûra tiştekî wiha neda. Tenê destûr hat dayîn ku Tirkiye hinekî din jî li cihê ku ketiyê bimîne. Ev peyman, peymaneke ku hinekî din jî dembidestbêxistin e."
'TIRKIYE BI VÊ MUTABAQATÊ REJÎMA SÛRIYEYÊ NAS KIR'
Karataş, bal kişand ser Mutabaqata Edeneyê û got: "Berê Tirkiye rejîma Esad esas nedigirt. Lê belê qebûlkirina Mutabaqata Edeneyê, tê waateya ku Tirkiye rêveberiya Sûriyeyê qebûl dike. Her wiha ev yek îşaret bi pêvajoyeke wisa dike ku wê kurd bibin xwedî statu. Îro di çapemeniyê de tê nîşandan ku Tirkiye bi ser ketiye, lê belê tiştekî wiha tuneye. Li vira dîmeneke wiha derket holê; Rûsya, rojhilatê Firatê jî di nav de li gelek deveran hefsar xistiye destê xwe."
WÊ ÇARESERÎ DI NAVBERA KURD Û RÊVEBERIYA SÛRIYEYÊ DE PÊK BÊ
Karataş, destnîşan kir ku demeke dirêj e ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmê xwedî xeteke rêya sêyemîn e, lê belê di demên dawî de li vira rola DYA'yê hîn bêtir diyarker e. Karataş, bilêv kir ku lê belê Rûsya wekî pirsgirêkekê nêzî vê rewşê dibe û got: "Rûsya, tevkariya kurdan a bi DYA'yê re wekî tehdîtekê dibîne. Her wiha du meh berê rêveberiya Sûriyeyê jî ji bo kurdan got 'terorîst'. Li paş vê tarîfeyê, tevkariya kurdan a bi DYA'yê re wekî tehdît tê dîtin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî heye. Ji xwe piştî DYA vekişiya û Rûsya ket dewrê û hevdîtinên di navbera kurdan û rejîma Sûriyeyê dest pê kirin, îşaret bi vê rewşê dike. Belkî kurd wekî duh di warê parastina hêza xwe de ne xwedî avantaj bin, lê kêm be jî Îran û Rûsya, li gel çareseriyeke ku dê kurd bibin xwedî statu cih digirin. Ji xwe di hevdîtina xwe ya bi parêzeran re Abdullah Ocalan jî gotibû, çareserî bi rêveberiya Sûriyeyê re di çarçoveyeke demokratîk de bê helkirin. Yanî ger çareseriyek pêk bê wê ev di navbera rêveberiya Sûriye û kurdan de pêk bê. Li vira Rûsya ji bo kurdan roleke garantorî dilîze."
HER DU ARMANC JÎ PÊK NEHATIN
Karataş, destnîşan kir ku gava Tirkiye di 2011'an de daxilî nav şerê Sûriyeyê bû, bi du armancan mudaxil bû. Karataş, bilêv kir ku ji van armancan a ewil; rûxandina rêveberiya Sûriyeyê û li Rojhilata Navîn bibe pêşengê herêmê. Karataş ji bo a dudoyan jî got, armanc ew bû ku destkeftiyên kurdan ji holê rabike, lê belê her du armancên wê jî pêk nehatine.
MA / Ferhat Çelik