* Rojnamevan Yûsûf Karataş, destnîşan kir ku her du armancên Tirkiyeyê yên di şerê Sûriyeyê de jî bi ser neketine û got: "Di çapemeniyê de tê gotin bi ser ketiye, lê ne wisa ye."
* Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mahmut Şakar diyar kir ku dema hezên navdewletî di 9'ê Cotmeha 1998'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin peyama "Em Kurdên Azad naxwazin" dan û 21 sal şûnde jî heman hêz vê carê hebûna Kurdan kirine hedef û Kurdan qebûl nakin.
* Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, bal kişand ser serdegirtina mala xwe û got: "Piştî Nedîm Şener di weşana zindî de gef li min xwarin polîsan avêtiye ser mala min. Têkoşîna di warê mafên mirovan de ji bo me awayekî jiyanê ye, em ê dev jê bernedin."
* Rojnamevan Îdrîs Yilmaz ku 16 sal ceza lê hat birîn, diyar kir ku nîşeyên ji bo danişîneke xwe amade kiribûn jî nehiştine bi xwe re bibe dadgehê û got: "Em di serdemeke wisa de ne ku edalet li erşê ye."
* Li Mûşê ku di warê çandinî û sewalvaniyê de di nav 10 bajarên di rêza ewil de ne cih digire, ji ber polîtîkayên hikûmetê hema bêje sewalvanî û çandinî nemaye. Serokê Şaxa Tarim Orkam-Sen'ê Fatîh Sondûk, got: "Êdî mirov naxwazin çandinî û sewalvaniyê bikin."
* Endamê Desteya Rêvebir a TOMÎS'ê Dilbirîn Acar, hevdîtinên TÎS'ê yên ji bo pîşesaziya metalê didomin û helwesta sendîkayên erkdar nirxand û got: "Li ser maseya peymanê nan û rûmeta 130 hezar karkerên metalê heye. Li karkerên metalê ferzkirina şertên koletiyê, îxaneta herî mezin e."
* Siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan ên jin ku bal kişandin ser zêdebûna şideta li hemberî jinê, anîn ziman ku ji ber feraseta îktîdareke ku wekheviya jin û mêr qebûl nake, şidet rewa bûye.
* Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, destnîşan kir ku çalakî û xizmetên ku ew dixwazin bikin qeymeqamtiya navçeyê wan asteng dike û bi vî awayî gel tê mexdûrkirin. Esmez, got: "Niha bi awayekî fiîlî qeyûmek heye."
* Kanên xîzê yên li ser Çemê Dîcle ya Cizîrê ku heya niha ji ber gerînekên avakirin gelek kes xeniqîn û ligel ku destûra wan a xebatê bi dawî bûye jî xebatên xwe dewam dikin û ev jî dibe sedem ku berê çem bê guhertin.
* Hîcran Berna Ayverdî (46) ku îfade li ser Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hevşaredara Şaredariya Peyasê Kezîban Yilmaz de dabû, ji doza ku dihat xwestin cezayê muebeta giran lê bê birî, hat berdan.
* Tevgera Jinên Azad (TJA), li pêş avahiya HDP'ê ya Peyasa Amedê dest bi starta çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina Navneteyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan, bikin. ( 11.00)
* Meclisa Jinan a HDP'ê dê li gelek bajar û navçeyan starta çaakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina Navneteyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan, bidin destpêkirin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsîn û kujer bên darizandin dê di hefteya 761'an de li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00
* Şaxên ÎHD'ê û xizmên windayan yên Amed û Êlihê, bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, dê di hefteya 465 û 559'an de li avahiyên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Rêxistinên saziyên civaka sivîl, bi boneya balê bikişînin ser şerê li Rojhilata Navîn dê li Otela Demir daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Şaxên ÎHD'ê yên Edene û Antalyayê bi boneya Roja Mafên Nexweşan dê li avahiyên xwe daxuyaniye bidin çapemeniyê. (12.30)
* Şaxa ÎHD'a Mêrsînê bi boneya balê bikişîne ser girtin û binçavkirinan dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmir û Enqereyê û xizmên girtiyên nexweş bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Şaxa OHD dê li Otela DÎES'ê kongreya xwe pêk bînin. (13.30)
* Komîsyona girtiyên nexweş ya Şaxa ÎHD'a Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê di hefteya 396'an de çalakiya "Runiştina F" li dar bixin. (13.30)
* Komek Rojnameger dê li dijî girtina Rojnameger Emre Orman li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Qersê dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî 2'emîn Kongreya xwe ya awarte pêk bîne. (11.00)