ENQERE - Rojnamevan Huseyîn Aykol, piştî 107 rojan ji girtîgehê derket.
Rojnamevan Huseyîn Aykol ku piştî parêzerên wî ji bo rawestandin înfazê serlêdan pêk anîn û hat berdan, ji girtîgehê derket. Aykol, piştî 107 rojan ji Girtîgeha Sîncanê derket. Hevpîşeyên Aykol û parêzvanên mafên mirovan Aykol pêşwazî kirin.
Aykol, gava ji girtîgehê derket got: "Ne mimkun e ku mirov kêfxweş bibe. Hîn jî gelek hevalên me di hundir de ne. Hîn jî du dozên min didomin. Dudo jê li îstinafê ne. Ya niha jî şandin dadgeha Bilind. Dibe ku Dadgeha Bilind pesend bike. Bi qasî em dizanin vê zivistanê ez ê li derve biê, dibe ku havînê dîsa têkevim hundir. Malavayiya hevalên ku name şandin dikim."