WAN- Derbarê Rojnamevan Îdrîs Yilmaz de ku di 22'yê Çileya 2018'an de hatibû girtin, biryara berdanê hat dayîn.
Rojnamevan Îdrîs Yilmaz ku di 22'yê Çileya 2018'an de li Erdîşa Wanê hat girtin û 10 sal ceza lê hatibû birîn, ji bo danişîna dozê ji Girtîgeha Xarpêtê wî anîbûn Girtîgeha Wanê. Dadgehê, ji ber dosyeyeke din bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza lê birîbû.
Piştî parêzerê Yilmaz îtiraz kir, dadgehê biryara berdana Yilmaz da.
Tê payîn ku Yilmaz bê berdan.