ŞENGAL - Bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li bajaroka Sinûnê û gundên derdorê 17 kamyon alîkariya ku hatibû komkirin derbasî Rojavayê Kurdistanê hate kirin.
Ji bo piştgirî û alîkariya gelê Rojavayê Kurdistanê yên ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê ji cih û warên xwe bûn, li bajaroka Sinûnê ya Şengalê konê alîkariyê hatibû vedan û 17 kamyon alîkarî hatibû komkirin. Lê artêşa Iraqê destûr nedida ku ev alîkarî derbasî Rojava bê kirin. Lê piştî danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser a Şengalê û artêşa Iraqê de îro destûr hate dayîn ku karwanê alîkariyê derbasî Rojava bibe.