AMED - Li bejahiya navçeya Licê operasyona leşkerî dest pê kir.
Li bejahiya navçeya Licê ya Amedê duh operasyoneke berfireh a leşkerî dest pê kir. Hat hînbûn ku ji bo operasyona ku gundên li bakurê rojhilatê navçeyê cih digirin ên mîna Hendiv, Mizag û Pêçarê dihewîne nav xwe hejmareke zêde yekineyên leşkerî sewqî wan hatine kirin. Nayê zanîn ku di çarçoveya operasyonê de şer û pevçûn derketiya yan na.