MÊRDÎN – Li Mêrdînê li 5 siyasetmedarê kurd 45 sal û 3 meh cezayê hefsê hat birîn.
Danişîna 13’emîn a doza 5 siyasetmedarên kurd Bayram Demîrhan, Davut Bozan, Hasan Îlhan, Mehmet Alî Dayan û Mehmet Ceylan li Dadgeha Mêrdînê hat dîtin.
Bayram Demîrhan ê nexweş û Mehmet Ceylan ji Girtîgeha Mêrdînê û Davut Bozan ji Girtîgeha Tekîrdagê û Hasan Îlhan û Mehmet Alî Dayan ê ne girtî dihatin darizandin beşdarî danişînê bûn. Parêzerên siyasetmedaran jî amade bûn.
BI GIŞTÎ 45 SAL Û 3 MEH CEZA HAT BIRÎN
Piştî tespîta nasnameyan dozger xwest bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” her 5 siyasetmedar jî bên cezakirin.
Girtiyan li dijî mutala dozger îdiayên derbarê xwe red kirin. Parêzeran jî xwest miwekîlên wan bên berdan û beratkirin.
Piştî navberek kin heyeta dadgehê ceza li siyasetmedaran barand. Dadgehê 11 sal û 3 meh ceza da Bayram Demîrhan, 10 sal û meh ceza da Hasan Îlhan, 9 sal û 9 meh ceza da Davut Bozan, 6 sal 10 meh û 15 roj jî cuda cuda ceza da Mehmet Ceylan û Mehmet Alî Dayan.
Parêzeran got dê îtîrazî biryara dadgehê bikin.