GIRÊ SPÎ - Tirkiyeyê li gel biryara agirpestê li Girê Spî bombe barandin. Di bombebaranê de malek bû hedefa bombeyên TSK'ê.
Li gel biryara agirbestê, êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 17'an de berdewam dikin. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û hêzên girêdayî wê OSO li Girê Spî bombe barandin. Di bombebaranê de malek bû hedefa bombebarana OSO û TSK'ê. TSK'ê û OSO êrîşî Gundê Recamanê kir. Di êrîşan de malek bû hedefa bombebaranê. Di êrîşê de zarok jî di navde gelek kes birîndar bûn. Bombebarana TSK û OSO ya li herêma Girê Spî didome.
MA / Nazim Daştan