AMED – Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku nokteya polîtîkayên şer ên AKP gihîştiyê bi Rûsya re peymanê îmze dike û got: Heke we Peymana Dolmbahçeyê înkar nekira û nas bikira we yê îro bi Rûsyayê re vê peymanê îmze nekira.”
HDP di çarçoveya boykotkirina Meclîsê ya ji bo 3 rojan li Amedê bernameyên xwe cûr bi cûr didomîne. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê, endam û rêveberên HDP’ê, endamên Meclîsa Şaredariyan, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên T JA’yê û bi sedan welatî îro li Qada Deriyê Çiyê kom bûn. Buldan û yên li gel wê ji bo tayînkirina qeyûman, girtina hevşaredaran û êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojava şermezar bikin li Qadê daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Beriya çalakiya HDP’ê polîsan Qadê dorpêç kir û li derdorê maşîneyên zirxî bi cih kirin. Polîsan bi hênceta “ewlehiyê” welatiyên li çayxaneyên derdorê rûniştîbûn rakirin û derdorê valakirin. Polîsan parka li ber Qadê jî vala kir. Welatiyan bertek nîşanî polîsan dan.
NEHIŞTIN PÎRANÎ WERIN AMEDÊ
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Pîranê Mustafa Alinterî û rêveberên HDP’ê ji navenda Pîranê derketin rê ji bo ku beşdarî çalakiyê bibin. Polîsan li navçeyê pêşiya HDP’iyan girt û destûr neda werin navenda Amedê.
EWIL DESTÛR NEDAN WELATIYAN
Polîsan destûr neda welatî li Qada Deriyê Çiyê kom bibin. HDP’yî demek bi polîsan re hevdîtin kirin. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û yên ligel wan di dorpêça polîsan de derbasî qadê bûn.
Hevserok Buldan li Qadê axivî û wiha got:
“3 roj in em bi gelê xwe re li Amedê li kolanan li dijî girtin, qeyûm, tecrîd û poltîkayên şer li vir in. Me sê roj Meclîs boykot kir. Em bi gelê xwe re li dijî zilma û zextên li me tên kirin, bi gelê xwe re bertek nîşanî vê didin.
BI SEDÊN SALAN E KURDAN ÎNKAR DIKIN
Bi sed salan e yên vî welatî birêve dibin kurdan eciqandin, înkar kirin, tune hesibandin û xwestin bi her cûre polîtîkaya zext û tundiyê bieciqînin. Îro yên ku mafê jiyankirinê ji kurdan re nas nakin, bi têketina Sûriyê re û destpêkirina şer re dixwazin kurdan ji axa Sûriyê derdixin. Yên ku dixwazin kurdan ji axa wan derdixin bila viya baş dizanibin; gelê kurd bi sedê salan e li dijî vê zilma we serî netewandiye û çond daneniye. Wê ji îro şûn ve jî ev gel li dijî zilma we serê xwe netewîne. Yên tên qetilkirin, înkarkirin, bindestkirin û koçberkirin kurd in. Yên tên bijartin û nahêlin wezîfeya xwe bike dîsa kurd in. Yên tên girtin dîsa kurd in. Yê her zilm û zordarî li ser tê kirin dîsa kurd in. Kesên dibêjin pirsgireka me bi kurdan re tune bila li xwe binêrin û li wîjdanê xwe bipirsin.
HÛN ZILMÊ LI KURDAN DIKIN
Hûnê liv an bajaran zilmê li ser kurdan bikin. Hilbijêrên kurdan bişînin hefsê. Her cûre destekftiyên gelê kurd desteser bikin û bidizin. Lê viya baş bizanibin, sibê roj lê vê Qadê sindoq bê dayîn gelê Amedê wê carek din xwedî li vîna xwe derkeve.
HEKE WE DOLMABAHÇEYÊ ÎNKAR NEKIRA HÛNÊ ÎRO BI RÛSYAYÊ RE PEYMAN ÎMZE NEKIRA
Me gelek caran got û em dibêjin destwerdan û şerê li dijî axa Sûriyê ne çareseriye. Me gelek caran got tu zirara gelê kurd û gelên li wir nagihîje we. Me got neçin wir û mudaxele nekin. Me got polîtîkaya we şaş e. Me got kurdan û gelên Sûriyê ji axa wan koçber nekin. 8 sal in li dijî her destkeftiyên gelê kurd we her cûre mudaxeleyê pêk anî. Lê herî dawî nokteya hûn hatinê bi Rûsyayê re peymana 10 xalî we îmze kir.
Xwezî we di destpêkê de di sala 2015’an de Peymana Dolmbahçeyê jî nas bikira. Heke wê mutabakatê înkar nekira û nas bikira, îro hûn ne mecbûr bûn bi Rûsyayê re peyamana 10 xalî îmze bikin. Ew mutabataka Dombahçeyê dihat wateya demokratîkkirina Tirkiyê, Sûriyê û Rojhilata Navîn. Lê piştî wî dîmenî ango erêkirina 10 xalên li Dolmbahçeyê we ji gelên Tirkiyê re pirr dît. Jixwe çibû ji wê rojê şûn ve bû. We polîtîkaya şer û ewlehiyê danî pêşiya xwe. Hûn ji demokratkkirinê dûr bûn. Hûn ji her mafên mirovan dûr bûn û we serî li her rêbazê dijminahiyê û zilmê da.
GELÊ KURD ESAS BIGIRIN
We di serî de Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli û zarokên egît yên vî gelî we xistin hefsan. Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş hêj di hefsê de ne. We wan xist hefsê lê piştî wê li tavilê sinoqên hatin dayîn ne qeyûmên we lê dîsa îradeya vî gelî bi ser ket. Divê hûn demildest dev ji van şaşîtiyên xwe berdin. Ne bi şer û pevçûnan em li benda we ne hûn bi kurdan re li hevkirin û muzakereyan ji xwe re esas bigirin.
WÊ KURD TEQEZ BI SER BIKEVIN
Ev welat hem welatê Tirkan û hem jî welatê Kurdan e. Sûriye welatê kurdan û yên gelên din e. Teqez wê yên vê pêvajoyê qezenc bikin hebin. Helbet wê yên div ê pêvajoyê de bi ser bikevin teqez wê kurd bin.
Demildest dest ji şer û dagirkiriya Sûriyê berdin. Demildest axa Sûriyê radestî Sûriyê bikin. Pêdiviya Tirkiyê aştiyê û demokrasiyê heye.
ROJÊN TÊKÇÛNA AKP’Ê TÊN
Bila viya her kes baş dizanibe, kengê û li ku gelên me zirar bibîne em ê li wir bin û em ê li cem wan bin. Wê ev zilm biqede û wê dawî li AKP’ê were. AKP kêliyên xwe dawî dijî. Di hilbijartinek dawî de wê AKP’ê têk biçe. Ev welat yê hemû gelan e. Rojên xweş û azad li pêşiya me ne. Em hemû gelê xwe silav dikin.”
Piştî axaftina Buldan HDP’yî û welatî derbasî çalakiya rûniştinê bûn.