ENQERE - Gelek rojnameyên alîgirên desthilatê û Cûmhûriyetê, Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ku bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê re hevdîtin pêk anî û ji bo Amerîkayê hat vexwendin, kirin hedef.
Rojnameyên alîgirên desthilatê û Rojnameya Cûmhûriyetê hevdîtina bi telekonferansê ya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ya bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû û Serfermandarê Giştî yê Rûsyayê Valeriy Gerasîmov û vexwendina wî ya Amerîkayê di rûpelên xwe yên yekemîn de dan û dîplomasiya kurdan hedef girtin.
Bultena AKP'ê Rojnameya Yenî Şafakê, angaşt kir ku Amerîkayê êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nedaye rawestandin û ji bo Ebdî ev gotin "Wê kujer bibin Amerîkayê" kir manşet, Rojnameya Kararê jî hevdîtina Ebdî ya bi Şoygû re bi vê hevokê "Wezîrê Parastinê Şoygû fermandarên xwe jî da cem xwe û bi serkêşê YPG'ê re hevdîtin kir" kir manşet.
Rojnameya tirk-îslamî Yenî Çagê jî gotinên Erdogan ên têkildarî Ebdî bi vî sernavî "Erdogan Mazlûm xwest" di rûpela xwe ya yekemîn de da. Rojnameya Yenî Bîrlîkê jî bi gotina "ABD nizane çi ji PKK'ê bike" mijarê kiriye manşet û nivîsandiye ku divê Ebdî radestî Tirkiyeyê were kirin.
Rojnameya Sozcuyê jî hevdîtina Ebdî ya bi Rûsya û Amerîkayê re hedef girt û bi zimanekî nêzî rojnameyên din, van gotinan "Amerîka û Rûsya serkêşê terorîstan kujerê 17 leşkerên me li hev parve nakin" bi kar anîn û diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trûmp peznê Ebdî daye.
Bultena Dogû Perînçek Rojnameya Aydinlikê jî mijarê bi vî sernavî "Ji bo Kobaniyê PKK'ê senatoran vîze xwest" derket û têkildarî mijarê ev tişt nivîsandin: "Komeke senatorên Komarparêz û Demokrat, ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re nameyek nivîsandin û bi awayekî lez û bez ji bo qaşo fermandarê rêxistina terorê PKK/YPG'ê Ferhat Abdî Şahîn daxwaza dayîna vîzeyê kirin."
Rojnameya Cûmhûriyetê jî bi manşeta "Ji terorîst re nazikiya herî bilind" derket. Rojnameyê nivîsand ku ji bo YPG'ê meşrûyeta navneteweyî pêk tê.