RIHA - Endamên biçek ên SMO bi operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, li navçeyên Kaniya Xezalan û Serê Kaniyê yên Rihayê dest bi cirîd avêtin kirin.
Êrîşên Tirkiyeyê û komên hevkarên wê yên "Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) -OSO) ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9’ê Cotmehê de dest kirin, ligel mutabakata agirbestê ya dinavbera Tirkiye, DYA û Rûsyayê de hat îlankirin jî, dewam dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî, ji bo parastinê di nava berxwedanê dene. Tirkiyeyê hîna pêwîstiyên mûtabakatê bi cih ne anî û êrîşên xwe yên li ser gundê girêdayî Eyn Îsa û Serêkaniyê dewam dike.
Di êrîşên komên selefî yên dibin navê "Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) -OSO) de kom bûne û Hêzên Çekedarên Tirk (TSK) sivîl tên kuştin. Rêveberiya Xwest a Bakurê Sûriyeyê ji ber vê yekê duh bang li hêzên navneteweyî kir. Ji ber ku hîna bersivê ji bo vê bangê nehatiye dayîn cih bi cih êrîş dewam dikin û endamên SMO yên li ser xeta sînor bi wesayît û çekên giran ên di destên wan de li navend û çolterên navçeyên Kaniya Xezalan û Serê Kaniyê yên Rihayê cirîd davêjijn.
GEL BI FIKARE
Welatiyên li her du navçeyan dijîn, ji vê gera endamên biçek ên SMO yên dinava navçeyan de ne rehetin. Ev komên çete li tesîsatên bi cih kirinê yên Telhamût dimînin.
Welatiyên piştî şer ji navenda Serê Kaniyê û gundên wê yên ser sînor derketin, piştî ku agirbest hat îlan kirin vegeriyan gundên xwe. Lê ji ber ku kesên vegeriyan li pêşberî xwe endamênb SMO dîtin, ketin nava fikar û gumanan. Hat zanîn ku kesên bertekê nîşanî vê rewşê didin, rastî gefên polîsan tên.
TEDBÎRÊN EWLEHIYÊ DI ASTA HERÎ JOR DENE
Tedbîrên ewlehiyê yên berî operasyonê li navçeyê hatibûn girtin, di asta herî jor dene. Wesayît û ajokarên di kontrolên hatine danîn de tên rawestan û qûl qûlî di lêgerînê derbas dibin. Êdî wisan bûye wesayîtin bar jî radiwestînin û rojnamgeran nagirin navenda navçeyê.