KNK'ê encamnameya civîna 19'emîn eşkere kir

  • rojane
  • 10:27 25 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - KNK'ê encamnameya civîna 19'emîn a li Hollandayê di 18, 19 û 20’ê Cotmehê de pêk anî bi daxuyaniyekê eşkere kir.

KNK'ê, encamnameya civîna giştî ya 19'emîn ku di navbera 18 û 20'ê cotmehê de li Holandayê pêk hat bi daxuyaniyekê ragihand. 
 
KNK'ê di encamnameya civîna giştî de wiha got: "19’mîn Civata Gîştî ya KNK'ê bi beşdarîya zêdetirî 350 endam û mêvanan di rojên 18, 19 û 20’ê Cotmeha 2019’an de, li Hollandayê pek hat. Ji çar parçeyên Kurdistanê, ji seranserê Ewropa, ji Emerîka, ji welatên Sovyeta berê, ji Rojhilata Navîn, ji Avustralya nûnerên partî û rêxistinan û endam, di civînê de amadebûn. Di Civata Gîştî de gelek mêvan jî, ji Rojava û başûra Kurdistanê beşdar bûn. Her weha hinek partîyên Kurdistanî cara yekemîn beşdarê Civata Giştî bûn û destek dane KNK’ê. Daxwaza beşdarbûna civînê û endametîya KNK’ê îsal ji her salî zêdetir û bi coştir bû."
 
‘AZADÎ Û STATUYA KURDISTAN PÊŞEROJA HEMÛ KURDISTANIYAN E'
 
KNK'ê di encamnameyê de ragihandin ku 19'emîn kongreya KNK'ê di nava mercên şerekî dijwar de ku dewleta Tirk êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hate kirin û wiha got: "Ji ber vê sedemê erîşên dagirkerî yên dewleta tirk li ser Rojavaya Kurdistanê bûn mijara sereke ya Civata Gîştî. Hemû beşdarên Civata Gîştî, şerê dewleta Tirk ya dagirker yê li ser Rojava, wek erîşeke li ser hemû nirx û destketiyên kurd û Kurdistanê nirxandin. Partî û rêxistinên siyasî û rêxistinên civakî yên beşdarî Civata Giştî bûbûn, hemû nakokiyên navbera Kurdan dane alîkî û helwesteke neteweyî nîşan dan. Hemûyan bi yek dengî digotin: Azadî û statûya Rojavaya Kurdistanê, pêşeroja me hemî Kurdistaniyan e.
 
‘TÊKOŞÎNA KURDAN ROJEVA SEREKE YA CÎHANÊ YE' 
 
KNK'ê di encamnameyê de wiha got: "Gelê Kurd, îro bi têkoşîna xwe ya bê hempa ya ji bo nasname, azadî û statûya xwe ya siyasî, bûye rojeva sereke ya Cihanê. Têkoşîna Kurdan ya azadîyê bûyê wek sembola exlaq û wîjdana mirovahiyê. Bi taybet xwedîderketina têkoşîna azadîyê ya Rojavaya Kurdistanê, edî ji sînorê Kurdistanê û Rojhilata Navîn derbaz kirîye û bûye malê Cihanê. Li her çar alîyên Cihanê gel dibêjin “Rojava ya me ye – em Rojava ne!”
 
Dewleta Tirk li dijî gelê mê û hemû deng û rengên Rojava şerekî stratêjîk û plankirî dimeşîne. Dema ku mirov nexşe û plansaziya şerê dewleta Tirk ya li ser Bakûr, Rojava û Başûrê Kurdistanê mêze dike, pir zelal diyar e ku ew dixwaze kêys û fersenda Mîsak-î Mîllî ya sala 1919an bi dest xwe bixe. Di plansaziya wan de armanca cîbicîkirina nexşeya Mîsakî Mîlliyê heye û ji bo vê jî komkujiya Kurdan, ji xwe re rewa dibînin. Serokomarê dewleta Tirk eşkere dibejê heya sala 2023’an, yanê di 100’mîn salvegera avakirina Cumhuriyeta Tirkîyê de, ez ê Tirkîyê mezin bikim. Ez ê sînorê Tirkiyê berfireh bikim. Çawa di şerê Cîhanê yê yekemîn de, avakirina netewe-dewleta Tirk li ser komkujiya mîlyoneke û nîv Ermenî û bi sed hezaran Aşurî/Sûryanî/Kildanî pêk hat, di qonaxa şerê Cîhanê yê sêyemîn de jî dixwaze, sînorê dewleta xwe bi komkujiya Kurdan berfireh bike. Lê sînorê ku ew dixwazin biguherin, xaka Kurdistanê ye. Kurd bi berxwedaneke dîrokî li Rojava, Başûr û Bakûrê Kurdistanê stratejiya mezinkirina dewleta tirk asteng dikin. Ji ber vê yekê, wan jî stratêjiya xwe li ser komkujiya Kurdan amade kirine. Dewleta Tirk vê gavê li ser du parçeyên Kurdistanê rasterast di nav şer de ye. Li Başûra kurdistanê jî, ji bo dagirkirinê zemînekî xurt yê leşkeri, ekonomîk, çandî, sîyasî û dîplomatîk amade kiriye. Li Başûra Kurdistanê bi riya şerê taybet dixwaze nakokiyan bixe navbera partiyên sereke yên Kurdistanê, da ku şerê birakujiyê bi pêş bixe. Lê belê, di wê derbarê de dewleta Tirk nikare ti encaman bigre. Ji ber ku hemû partîyên sîyasî yên Kurd rastiya dewleta Tirk ya dagirker û talanker baş dizanin.
 
Wek di 9’ê Cotmehê de bi erîşa dewleta Tirk jî dîyar bû, Kurdistan di merkeza şerê cîhanê yê sêyemîn de ye. Di avakirin û têkçûna hevsengîyên sîyaseta herêmî û navdewletî de, helwest û sekna Kurdan dîyarker e. Kurd êdî xwedî taktîk û stratejiyên birêkûpêk in. Di vê sedsalê de derfetên ku Kurd bibin xwedî statû, pir zêde ne. Ji alîye din ve jî, ji bo ku Kurd nebin xwedî statû, dewleta Tirk  û dewleta Îranê jî, êrişên xwe zêdetir dikin.
 
‘Yekîtiya Neteweyî ji bo parastinê êdî mecbûriye’
 
Pêwîstîya yekîtiya neteweyî êdî ji bo parastina gel û welêt mecbûrî ye. Ji ber vê jî, pêwîste ku di demeke kurt de konferansek yektîya neteweyî pêk were, da ku staretjiyeke hevbeşa Kurdan derkeve holê. 19mîn Civata Gîştî ya KNKê ji bo lidarxistina konferansek neteweyî erk û pêywira bangewaziya hemû partî û rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê hilda ser xwe."
 
‘50 ENDAMÊN KNK'Ê ZÊDE KIRIN' 
 
Di encamnameyê de der barê rêveberiya nû ya KNK'ê hate gotin, "Di 19’emîn Civata Gîştî ya KNK’ê de li ser daxwaza beşdaran di destûrnameya KNK'ê de hinek guhertin pêk hatin. Hejmara endaman li gor destûrnameya KNK’ê ya berê bi 300 kesî hatibû sînorkirin. Bi guhertina xala pêywendîdar, 50 kes li hejmara endaman zêde bûn û bi tevahî hejmara endaman bû 350 kes.
 
Her wiha, îsal di Civata Gîştî de hevserok û konseya KNK’ê jî, ji nû ve hatin hilbijartin û hatin guhertin. Di Civata Gîştî ya îsal de Birêz Zeyneb Morad Sohrab û Birêz Ahmet Karamûs wek hevserok ji bo dewreya 2019-2021'an hatin hilbijartin.
 
Endamên Konseya Rêvebir yên ji bo dewreya 2019-2021'an jî, ev birêzên navên wan hatin hilbijartin: Zubeyir Aydar, Şahla Hafid, Nilufer Koç, Refiq Gafur, Behzat Pîrmusa, Raman Mecîd, Leyla Birlik, 
Kwêstan Davudi, Ekrem Hiso, Mecîd Haso, Fuad Cemal, Seîd Saidî, Numan Ogur, Rodi Melek, Amina Rad"

Sernavên din

26/10/2019
09:05 Çandinî û sewalvanî li Mûşê di xeterê de ye
09:04 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Niha edalet li ezman e
09:03 Keskîn: Têkoşîna ji bo mafên mirovan ji bo me jiyanê ye
09:02 Yûsûf Karataş: Tirkiye negîhişt armanca xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2019'AN
25/10/2019
23:21 Huseyîn Aykol ji girtîgehê derket
20:09 Derbarê rojnamevan Îdrîs Yilmaz de biryara berdanê
18:33 Karwanê alîkariya Şengaliyan derbasî Rojava bû
18:14 Erdogan: Weke li Sûriyeyê em ê li dijî kufrê tund bin
16:46 Biryara berdana Rojnameger Huseyin Aykol dan
16:37 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
16:30 Dadgeha Mêrdînê 45 sal û 3 meh ceza da 5 siyasetmedarên kurd
16:27 Trûmp: Heke Tirkiye êrîşê kurdan bike ez ê danekirinên berfireh deynim ser
16:18 Baroya Amedê: Nêzîkatiya xwe ya otorîter biterikînin
16:05 Walîtiya Edeneyê biryara qedexeya çalakiyan dirêj kir
15:55 Lavrov: Lihevkirina Soçiyê hêzên kurd jî di nav de mafê herkesî mîsoger dike
15:45 Ji Kremlînê daxuyaniya 'sînor': Diyaloga bi kurdan re didome
15:43 Tirkiye li Girê Spî agirbest binpê kir: Malek bombe kir
15:09 Koordinasyona TMMOB'ê ya Îzmirê Nexşeya Sûcên Bajarê aşkere kir
14:38 Cemeetê 'xutbeya operasyonê' şermezar kir û ji mizgeftê derketin
14:29 HABER-SEN: Feyda şer ji tu kesî re tuneye
14:28 ÎHD: Li Midyadê mîrateya çanda Sûryaniyan tune dikin
14:24 Buldan: Heke we Peymana Dolmabahçeyê înkar nekira…
13:51 Ji Wezîrê Dadê Gul daxuyaniya Mazlûm Ebdî: Bulten sor derket
13:39 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
13:28 Walîtiya Êlihê qedexeya çalakiyan 15 rojên din dirêj kir
13:08 Kubîlay: Tirkiye di vî şerî de winda kir û cihê çareseriyê jî Îmrali ye
12:41 Ji alîgiran heta Cûmhûriyetê: Hedefa nû dîplomasiya kurdan e
12:41 Twîtterê 'tika şîn' da Fermandarê QSD'ê Mazlum Abdî
12:26 Endamên biçek ên SMO li Kaniya Xezalan û Serê Kaniyê cirîd davêjin
11:40 Nûnerê Sûriyeyê yê NY'yê Caferî: Êrîşkariya Tirkiyeyê bû sedema mirin û koçberiyê
11:04 Rojnamevanên kurd bang li DYA û YE kirin: Rêveberiya xweser nas bikin
10:27 KNK'ê encamnameya civîna 19'emîn eşkere kir
10:13 Rêxistina Efûyê: Tirkiye penaberan bi darê zorê şand herêma şer
10:13 CHP’ê derbarê Erdal Aksunger ê gotibû ‘PYD ne rêxistina terorê ye’ lêpirsîn da destpêkirin
09:59 Di 15 saliya xwe de medresê berda û bû dengbêj
09:09 'Karkeriya demsalî tenê di dema mirinên girseyî de dibe rojev'
09:08 Togûç: Divê yekîtiya neteweyî pêk bê
09:08 Hayko Bagdat: Erdogan ji 'êrîşkariya' xwe bi paş ve gav neavêtiye
09:07 Esnafên Wanê: Sedema krîza aborî şer e
09:06 ‘Reforma Darazê ji feraseta parastina zarokan a gerdûnî dûr e'
09:06 Giliyê polîsên ku ew xesp kirine kir
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2019'AN
08:05 Rojnameger Oktay û Akgul hatin berdan
24/10/2019
20:51 Artêşa Iraqê destûr neda alîkariya Şengaliyan derbasî Rojava bibe
20:37 Dengê Nîştiman: Bila hemû peywendiyên bi Tirkiye re bên rawestandin
19:58 Mazlûm Ebdî: Fikarên me têkildarî xalên lihevkirina Soçiyê hene
16:42 Sefaretxaneya Kanadayê serdana HDP’ê kir
16:30 Polîsan ji HDP’iyan re got: Xelk tev li we dibe û li çepikan dide, serdan wisa nabe
16:24 Parlamentoya Ewropayê: Bila zext were kirin
16:04 Gabriel: Tirkiye berpirsê binpêkirina agirbestê ye
15:34 HDP li Wanê diçe kongreya awarte
15:25 Xelîl: Tirkiye ji sê aliyan ve êrîşi Serêkaniyê dike û agirbestê binpê dike
15:12 Banqeya Navendî daxîna faîzê daxist ji sedî 14'an
14:51 Ji 31 fezlekeyên şandin Meclîsê 30 heb derbarê HDP’iyan de ne
14:50 Fermanderê Giştî yê QSD’ê Abdî: Tirkiye agirbestê îhlal dike
14:50 Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Net'ê Emre Orman hat girtin
14:01 Li Kocaelî 2 HDP’î girtin
14:00 Pentagon: Tirkiye bi nêzikbûna xwe Rûsyayê re di rêya şaş de ye
13:59 Yalçindag cîgira Seroka Giştî ya FİDH'ê hat bijartin
13:53 Polîsan mudaxileyî karkerên xwestin biçin Enqerê kirin: 29 binçav kirin
13:43 Rûsya: Hêzên kurd dest bi vekişîna ji sînor kirin
13:37 Partiyên kurd ji bo yekîtiya neteweyî civiyan
13:37 Ji bo berdana rojnameger Aykol serlêdan kir
13:36 Berxwedana gelan dê rengê maseya Sûriyeyê diyar bike
13:34 Di doza Kemal Kurkut de dayikê qîr kir û got ‘kujerno’
13:09 Tanrikûlû partiya xwe rexne kir: CHP'ê winda kir, Erdogan qezenc kir
12:54 Daneşîna Ferhat Tûnç taloq bû
12:49 13 sazî ji bo zimanê kurdî dê Înîsiyatîfa ziman ava bikin
12:18 Rojnameya The Times wêneyê ku Tirkiye çekên qedexe bikar aniye xêz kir
11:30 Operasyona eskerî ya li bejahiya Licê bi dawî bû
11:30 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut kirin hucreya yek kesî
11:20 Serokomariyê beriya êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ferman daye çapemeniyê
10:51 Baş: Em ê di demek nêz de bibînin ku Tirkiye dê li Sûriyê winda bike
10:50 Ewil girtin û piştre îfadeya şahidê nepen li dosyayê zêde kirin
10:44 Polîsan bi maşineya zirxî lêxistin û reviyan: Dibe ku zarok seqet bimîn e
10:43 Wezîra Parastinê ya Almanyayê: Dagirkirina Tirkiyeyê rastiyek e
10:20 Îlham Ehmed li Congressa Amerîkayê bi wêneyan hovîtiyê vegot
10:07 Şahoz Hesen: Êdî cîhan bi çavê Tirkiyeyê li me nanerin
09:44 Sekreterê Giştî yê PDPKS'ê Abdulhemîd Hacî Derwîş koça dawî kir
09:12 ‘Eger ji bo HDP'ê demokrasî tunebe, ji bo tevahiya welat jî tuneye'
09:11 Çepnî: Armanc fetisandina Şoreşa Rojavayê ye
09:10 Heskîfiyan bi darê zorê dişînin cihê nû
09:09 Cotkarên erziromî: Em zehmetê dikişînin lê qezenc nakin
09:09 Rêjeya betaliyê ya jinên ciwan bûye 41.2
09:08 Rêvebirê Weqfa Ûmûtê Akcan: Divê çekdarîbûna şexsî bê kontrolkirin
09:07 Fanzîna 'flashhilat' ji bo piştgiriya Rojava di hejmara 9'an de bi navê 'flashava' derket
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2019'AN
23/10/2019
16:58 Nurcan a hevjînê wê ew dîl girt: Ez naxwazim bêm kuştin
16:28 Gelê Qamişlo û Hesekê li dijî êrîşen Tirkiyeyê daketin qadan
15:56 Xwendekarên ODTU'yê: Em li dijî faşîzm li gel hev in
15:51 Destûr nedan Hevşaredara Pîranê têkeve nava Amedê
15:35 ‘Mizrakli nûnerê biratî û aştiyê ye’
15:30 Kurdekî Suriyeyê li peş Komseriya Penaberan a Cenevreyê agir bi xwe xist
15:11 Meclisa Serêkaniyê: Em herêma ewle ya Tirkiye bi rê ve bibe qebûl nakin
14:38 Li Sakaryayê 2 kes hatin girtin
14:06 Rûsya: Me bi kurdan re diyalog danî
13:50 Siyasetmedarên kurd li Amedê banga yekîtiyê kirin
13:35 Li Qamişloyê teqîn!
13:31 Malên Gel: Ji bo dijderketina qeyûman ne pêwist e mirov HDP’î be