ÊLIH - Hevserokê HDP'a Êlihê Nîzamettîn Togûç, anî ziman ku li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurd peyama yekîtiyê didin û got: "Divê em vê firsenda dîrokî binirxînin, divê Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk bê û yekîtî çê bibe."
Parlementerê DEP'ê yê berê û Hevserokê HDP'a Êlihê Nîzamettîn Togûç ku di 9'ê Cotmeha 2018'an de hatibû girtin, piştî salekê di 15'ê Cotmehê de hat berdan. Togûç, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mijara Yekîtiya Neteweyî ya Kurd nirxand.
'NE DOST NE JÎ DIJMINÊ DEWLETAN TUNE YE'
Togûç, anî ziman ku ku divê dewleta Tirkiyeyê bi aqlekî selîm tev bigere û dev ji siyaseta xwe ya îmha û înkarê berde û got: "Li Çanakkale û Melezgîrê ligel hev têkoşiyan. Çi karê we li Rojavayê heye? Hadê em bêjin hûn bi salan e li me li vira dikujin û digirin, li çi îşê we li axa welatekî din heye. Bi çekên kîmyewî mirovan dikujin. Sedema vê dijminatiya we çî ye? Demildest divê îradeya gel ji gel re bê hiştin û dev ji siyaseta şer bê berdan."
Togûç, bal kişand ser rewşa DYA û Rûsyayê jî û got: "Lê binerin niha dewleta Tirkiyeyê hin tawîzan wekî S-400 an jî patrîotan digire. Li cîhanê ne dost ne jî dijminên dewletan hene. Tenê dostekî dewletan heye, ew jî berjewendî ye. Loma hem DYA hem jî Rûsya Tirkiyeyê be rbi çiravekê ve şandin. Loma DYA û Rûsya kurdan li holê hişt."
'HER KESÎ VÊ REWŞA REWA DÎT'
Togûç, destnîşan kir ku lê dîsa jî wê kurd bi ser bikevin û got, bi van êrîşan hem tê xwestin kurd bên tunekirin hem jî li tevahiya cîhanê dengê wan tê bihîstin. Togûç, got: "Her kesî rewşa rewa dît. Birêz Barzanî jî di nav de tevahiya kurdan peyama yekîtiyê da. Divê em vê firsenda dîrokî binirxînin, divê Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk bê û yekîtî çê bibe. Ev ne meseleyek partiyî ye, meseleyek neteweyî ye."