NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger û nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) ya bi KHK'ê hatibû girtin Meltem Oktay û Ugur Akgul serbest hatin berdan.
Rojnameger û nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) ya bi KHK'ê hatibû girtin Meltem Oktay û Ugur Akgul yên ji ber di serdema qedexeya derketina kolanan de li Nisêbîne nûçe şopandibûn û 2 sal û 6 meh ceza li wan hatibûn birîn, serbest hatin berdan. Ugur Akgul ku ji 8'ê Tebaxa 2018’an heta niha li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî bû hat berdan. Meltem Oktay a 2 sal û 4 meh ceza lê hatibû birîn û li Girtîgeha Jinana Gebzeyê girtî bû serbest hat berdan.