ŞENGAL- Meclisa Xweseriya demokratîk a Şengalê bi armanca piştgiriya bi gelê Rojava re 17 kamyon alîkariya mirovî ji Şengalê ber bi rojava bi rê ketin. Lê artêşa Iraqê rê li karwanê alîkariya mirovî girt û destûr nade alîkarî derbasî Rojava bibe.
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di 17'ê Cotmehê de ji bo alîkariya bi gelê Rojava re Kampanya Alîkariyê li Nahiya Sinûnê a ser bi Şengalê dabû destpêkirin, duh Kampanya bi dawî bû. Ji bo Karwanê Alîkariyê ku ji 17 kamyon alîkarî pêkdihat, rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi berpirsên artêşa Iraqê re ketin nava têkiliyan, lê tevî hemû hewildanan artêşa Iraqê karwanê alîkariya Şengaliyan ji ser sinorê Rojava û Şengalê paşde vegerand.