NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Abdî, diyar kir ku Tirkiye agirbestê “îhlal” dike û xwest garantorên agirbestê li dijî Tirkiyeyê berpirsiyartiya xwe bi cih bînin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Abdî, Tirkiyeya ku bi DYA û Rûsya re li hev kir, bi binpêkirina agirbestê sûcdar kir.
Fermandarê QSD’ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê yê binavê @MazloumAbdî ev parvekirin kir:
“Ligel ku hat ragihandin ku operasyona leşkerî ya Tirkiyê bi dawî bûye jî, ew û cîhatkarên wan ên dibin navê artêşa netewî ya wan de, êrîşî eniya Rojhilatê herêma Serêkaniyê dikin û binpêkirina agirbestê dewa dikin. Garantorên agirbestê, ji bo ku Tirkan bîne rê û operasyona wan bi dawî bike, divê berpirsiyara xwe bi cih bînin.”