AMED - Derket holê dozger dema bi daxwaza girtinê Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier, sewqî dadgehê kir, ji şahidê nepen ê bi navê “Lice 2019” bi rêya SEGBÎS îfade girtiye û li dosyayê zêde kiriye.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 21'ê Cotmehê de Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier hat binçavkirin. Hêj Nazlier di bin çavan de bû, bi fermana Wezîrê Karên Hundir Hevşaredraa Karazê Rojda Nazlier ji peyvirê dûr xistin. Nazlier di 22'ê Cotmehê de sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û “Propaganda rêxistinê" û “alîkarî daye rêxistinê" biryara girtinê da û şand girtîgehê.
Dadger, girtina Nazlier spart îfadeya Şahidê Nepen ê bi navê "Lice 2019) ku bi SEGBÎS'ê îfade da û şahidên aşkere yên di sala 2018'an de ji "Zagona poşmantiyê" sûd girt û teslîm bûn Ercan Tuci û Emrah Budak.
ÎFADEYÊN ŞAHIDAN 15 ROJ BERÊ GIRTIN
Di girtekan de derket holê ku îfadeya şahidan Tucî û Budak 16' meh şûnde yanî 15 roj beriya Nazlier bê girtin, di 8'ê Comehê de girtine. Dîsa dema Dozger bi daxwaza girtinê Nazlier, sewqî dadgeha Ceza ya Sulhê kir, dozger îfadeya şahidê nepen "Lice 2019" bi rêya "SEGBÎS"ê girt û û li dosyayê zêde kiriye.
Parêzerê Rojda Nazlier Baver Mizrak têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û diyar kir ku got: "Îktîdarê beriya hilbijartina 31'ê Adarê de got “Her çend HDP şaredariyan bi dest bixin jî em ê dîsa qeyûm tayin bikin" Piştî hilbijartinan ewil qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarên mezin ên HDP'ê kirin. Plan dikin ku qeyûm tayînî hemû şaredariyan bikin. Lêpirsîna dozger ne der barê erk û peywiraı şaredar de ye. Roja Hevşaredar hat binçavkirin û hêj lêpirsîna wê dihat kirin, Wezîrê Karên Hundir teblîgata ku ji peyvirê hatiye girtin şandin. Ev nîşan dide ku ji berê de biryara girtinê dane."
MA / Aydin Atay