NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê PYD Şahoz Hesen, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û got: "Tirkiye ji bo êrîş û qirkirina li ser gelê me rewa bike me wekî teror pênase dike. Êdî cîhan Kurdan ji nêzîk ve dişopînin û nas dikin. Êdî welatên cîhanê bi çavê Tirkiyeyê li me nanerin. Ji bo di peymanan de em jiyanek azad û aram a gelê kurd mîsoger bikin, xebatên me yên siyasî û diplomatîk bi hemû aliyan re didomin."
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, têkildarî civîna 19'emîn a KNK'e, grîngiya Yekîtiya Neteweya Kurd, geşedanên li Bakur û Rojhilata Sûriye û xebatên dîplomasiyê pirsên Ajansa Mezopotamya bersivandin. Hesen, destnîşan kir ku metirsiyên mezin li ser gelê Kurd hene û divê xebatek mezin bikin û êdî yekîtî ji bo wan pir girîng e. Hesen, da zanîn ku Serkeftina Rojava Serkeftina Kurdistanê ye.
Di civîna 19’emîn a KNK’ê de çi hat niqaşkirin. Cewherê wê yê derket pêş çi bû. Çi biryar hatin girtin?
Civîna 19’emîn a KNK’ê slogana wê ya esasî li ser piştgiriya Rojava bû. Ji bo piştgiriya Rojava bû. Dîsa li ser girîngiya Yekîtiya Neteweyî û girîngiya ku her kes li berxwedanê xwedî derkeve û li Rojava xwedî derkevin bû. Şens û derfetên ji bo Kurdan derketin pêş pir giran in. Divê em xebatek mezin bikin. Dîsa metirsiyên mezin li ser me heye. Lê berxwedan jî heye. Ji bo em karibin berxwedana xwe rûmet û nirxên xwe biparêzin û li pêş bixin niqaş hatin kirin. Ji bo vê yeke xebatên siyasî diplomasî tişta pêwist çiye û ji bo hemû alî bi hevre karibin gav bavêjin, hat niqaşkirin. Li ser girîngiya ku zû konferans û kongreyek Yekitiya Neteweya Kurd ku hemû alî beşdar bibin û di vê çarçovaya ku em karibin destkeftiyên xwe çawa biparezin, axaftin hatin kirin.
SERKEFTINA ROJAVA SERKEFTINA KURDISTANÊ YE
Ev civîn ji bo yekîtiya neweteya Kurd xwedî rolek çawa bû? Wê rêyek çawa li pêş yekîtiya neteweya Kurd veke?
Di vê civînê de bi taybet hêjmarek zêde partiyên siyasî yên kurdî û aliye saziyên civaka sivîl amade bûn. Hem ji ber germahiya rojevê û hem jî ji ber berxwedana li Rojava eleqeyek mezin hebû. Her kesî xwest di vê çarçoveyê de helwestek zelal dîne holê. Xwestin nişan bidin ku bi berxwedana Rojava re ne û xwestin Rojava bê parastin. Ji ber ku parastina Rojava parastina tevahiya Kurdistanê ye. Disa serkeftina Rojava serkeftina hemû Kurdistanê ye. Ji bo wê jî bi taybet ji bo rojava divê hin xebat bi lez bên kirin. Ji bo vê yeke jî tê ferzkirin ku ji bo Kongreya Yekîtiya Neteweya Kurd a bi beşdariya hemû aliyên Kurdistan xebatek lez bê meşandin.
TIRKIYE AGIRBEST ÎHLAL KIR
Li gel ji 17’ê Cotmehê de di navbera DYA û Tirkiyeyê de agirbest hatiye ragihandin, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî li ser Serêkaniyê didomin. Bi qasî hûn dizanin naveroka peymana li hevkirina agirbestê çi bû. Piştî agirbestê pêvajoyek çawa li pêş me ye?
Mijara agirbestê ku Tirkiye û Amarîka li ser hev kiribûn, QSD’ê li gorî ruhê agirbestê gav avêt. Guh da agirbestê. Lê Tirkiye agirbest ihlal kir û êrîşên xwe berdewam kir. Êrîş hebûn. Lê bersîvê pêwist hat dayîn. Niha ev bi dawî bû û pêvajoyek nû dest pê kir. Vê carê di neticeya hevdîtina Pûtîn û Erdogan de hin daxuyanî tên dayîn. Niha wekî rêveberiya giştî ya Rojava hem MSD û hem jî wekî rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em dixwazin vê rewşê bi giştî binirxînin. Rewşa li pêş me çiye em dixwazin li gorî wê tedbîran bistînin. Bi qasî ku em dewleta Tirk nas dikin û bi taybetî ev hikûmeta nû ya bi faşîzmê bi rêve diçe, dixwaze bi şer, êrîş û qirkirinê armanca xwe pêk bîne. Li hemberî vê yeke gelê me di nava berxwedanê de ye. Garantiya vê yeke berxwedan e. Lê li aliye din têkoşînek siyasî û dîplomasî jî tê meşandin. Di vê rewşa şerê cîhanê ya li Sûriyeyê heye, em dixwazin hemû berjewendiyên gelê xwe biparêzin û ji bo vê yekê gavan bavêjin. Ya esas îradeya azadîxwaz a li ser esasê berxwedanê li ber çavan e û ew garantiya me ya serkeftinê ye.
HIKUMETA TIRKIYE DIXWAZE LI SER GELÊ ME QIRKIRINÊ PÊK BÎNE
Armanca Tirkiyeyê ya “Xeta ewle” ku li 30 kilometre li ser axa Bakur û Rojhilat çiye. Ev plana ku Tirikye dixwaze li ser vê xetê ava bike wê bandorek çawa li ser demografiyê, civak, siyaset ya gelên Rojhilat ava bike?
Pilana dewleta tirk û bi taybetî ev hikûmeta faşist ewe ku qirkirinê pêk bîne li ser gele me. Dixwaze tecrûbeya Bakur û rojhilatê Sûriyeyê nemîne. Dixwaze çawa li Efrînê guhertina demografik pêk anî, li vir jî guhertina demokratîf pêk bîne. Bi hemû hêza xwe ket nava êrîşê. Êrîşek giran heye û li hemberî vê yekê berxwedanek mezin heye. Ya giring ewe ku di gava yekemin de em vê plana qirkirin û tunekirinê vala derxin. Em li ser vî esasî hem aliyê siyasî, hem aliyê leşkeri û hem aliyê civakî, hemû alî bi hişyariya têkoşîna li hemberî vê palanê em çawa rawestin. Bi vê girîngî û hesasiyetê em çawa dikarin hebûn û têkoşîna gelê xwe biparêzin. Li ser vê esasê em xebatê dimeşînin. Helwestade dewleta Tirk diyar e. Bi temamî siyaseta qirkirinê dimeşînin. Li hemberî vê yekê em jî bi temamî berxweanekê pêş dixin. Em dixwazin rewşa heyî baş binirxînin û li gorî wê berjewendiyên gelê xwe û derfetên hene binirxînin.
CÎHAN ÊDÎ BI ÇAVÊ TIRKIYEYÊ LI ME NANERE
Tirkiye PYD’ê wekî rêxistina “Terorê” pênase dike. Lê li aliye din nûnertiya we li gelek welatan heye. Di xebatên diplomatik ên QSD û PYD’ê de cihan çawa lê dinere.
Ev mijara QSD teror e ne rast e. Her kes dizane. Cîhan êdî me nas dike. Gelek caran Welatên Ewropa û Emerîka diyar dikin ku wekî Tirkiyeyê li wan nanerin û wekî teror nagirin dest. Bi çavê Tirkiyeyê li me nanere. Welatên ewropa gelek caran diyar kirinine ku QSD’ê wekî terör nagirin dest. Lê ji bo êrîşên xwe yên li ser me meşrur bike israr dikin. Lê em jî di warê siyasî û dîplomasî de dixwazin aşkere bi her kesî bidin naskirin ku armanca dewleta tirk armancek xerab û qirker e. Qanûnên navneteweyî binpê dikin. Dixwaze gelê me qir bikin. Dixwaze meşrûtiyetekê ji êrişên xwe re çêke. Divê dunya bi vê yekê neyê xanapdin. Divê cîhan êdî ji Tirkiyeyê re bêje êdî bes e. Bêje tu faşîzmek pir mezin li dijî vî geli dide meşandin. Ji bo vê yekê em xebatên xwe yên siyasî û diplomasî didin meşandin. Li dijî vê yekê bi belge û delîlan em dixwazin aşkere bikin ku çekên kimyewî li ser gel bikar tinin. Bêyî cûdakariyê têxin nav sivîlan bi hovane sivîlan qetil dikin. Dîsa bikaranîna DAIŞ û çeteyên di nava Cebetul El Nusra de, hev hemû aşkere dikin destê tê din ava terore de ye. Nîşan dide ku kî piştgiriya terorê dike û kî terorê ji xwe re dide xebitandin. Ev bi belgeyan ji sedî sed derdikeve holê ku Dewleta Tirk e. Dunya alem jî vê yeke îro dibine. Li aliye din têkoşîna me ya siyasî di nava Sûriye û Rojhilata navîn de gihiştiye astekê ku pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.
DIVÊ PEYMANÊN BÊN ÇÊKIRIN ARAMÎ Û AZADIYA KURDAN MÎZOGER BIKIN
Li aliyekî DYA xwe vedikişîne. Li aliyê din Rûsya li şuna wê bi cih dibe. Li ser Rojava li hevkirnek çawa heye. Qezenca Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li vir çiye?
Bi giştî rewyek nû pêş ketiye li herême. Bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi giştî li Sûriye. Heta wê tesîrê wê li Rojhilatê Navin jî hebin. Siyaseta Amarîka, Siyaseta Rûsya û Ewropa di aliye strateji de wê hin tiştan diyar bikin. Ji bo vê rewşek hesas e û giring e ji bo hemû aliyan. Em dagirkeriya Tirk ji sedî sed qebûl nakin. Li hemberî wê di navbera berxwedan û têkoşînekê de ne. Divê çi Peyman û lihevkirinan hebin, divê di aliye jiyana civakî û siyasî de ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de aramî û azadiyê garantî bike. Divê gelê vê herêmê bi temamî beşdarî pêvajoya siyasî bibe. Xwedî projeyek demokratik e û divê di nava çareseriye de hebe. Ev jî di destpêkê de divê bi sekinandina êrîş û gefên Tirkiyeyê pêk bê. Li ser vê bingehê em bi hemû aliyan re di nava dan û stendinê de ne. Raste rola Rûsya zêdetir dibe. Lê nayê wê wateyê ku Amarika vedikişin û wê rola wan nemîne. Ji ber ku pêvajoya Sûriye ya siyasî bi giştî hemû cîhanê eleqeder dike. Her kes dizane ku wekî şerekî cîhanê yê sêyemîn livir tê meşandin. Her kes din av de ye. Ji ber vê yekê her guhertinek tesîrê li gelek aliyan dike. Em jî di navenda vê pêvajo û rewşa heyî de ne. Em jî dibînin û dinirxînin. Li gori wê dan û stendinên me bi hemû aliyan re didomin.
MA - Mehmet Ali Ertaş