ŞIRNEX - Bi hinceta, retweetkirina dîmenekî şermezarkirina qeyûman û hin parvekirin têkildarî qeyûman, derbarê Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig de 3 lêpirsîn hatin destpêkirin.
Bi angaşta "Propagandaya rêxistinê" , "Muxalefeta li dijî qanûna meş û civînan" , "piçûkxistin" derbarê Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig de 3 lêpirsîn hatin destpêkirin. Hevserok Zirig di çarçoveya lêpirsînan de duh çû Buroya Ewelehiyê ya girêdayî Miduriyeta Polisan a Cizîrê û îfade da.
PARVEKIRINA PARVEKIRINÊ BÛYE MIJARA SÛC!
Di îfadeyan de retweeta Zirig a parvekirina bi dîmen a parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz a têkildarî şermezarkirina qeyûman bûye hinceta "propagandaya rêxistinê. Dîsa parvekirinên Zirg ên li ser hesabê wî yê twîtterê yên mîna "Hilbijartî ji bo xebatê hewl dide, qeyûm jî ji bo diziyê hewl dide. Rê ji xespkirina vînê re tuneye." û "Em careke din bi bîr bixin ku qeyûm çî ye. Em kesên ku heta têr xwarina xwe, nanê me talan dikin û serşokên bi milyonan çêdikin ji bîr nekin." jî bûne hinceta "piçûkxistinê". Tevlêbûna çalakiya şermezarkirina êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Zirig jî bûye hinceta "muxalefeta li dijî qanûna meş û civînan".
Hevşaredar Zirig bertek nîşanî lêpirsînên ku derbarê wî de hatine destpêkirin da û diyar kir ku heta dawiyê dê xwedî li demokrasî û vîna gel derkevin.