ÎZMÎR - Îzmîriyan nerazîbûna xwe ya ji bo şerê li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û xwestin hemû hêz ji Sûriyeyê derkevin.
Nerazîbûnên li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Îzmîriyan, destnîşan kirin ku bi şer çareserî ne pêkan e. Halîse Çelîk, got: "Berî ku hîn bêtir sivîl bimirin divê şer bê rawestandin. Êdî em naxwazin mirov bimirin. Şer, tenê rondik û xwîn e. Em naxwazin ne dayikên leşkeran ne jî yên gerîlayan bigirîn. Êdî bes e, em aştiyê dixwazin."
‘KA EM BIRA BÛN, MA MIROV BIRAYÊ XWE DIKUJE?'
Mahmût Ozer ku got ji ber krîzê dikana xwe girtiye got: "Li Tirkiyeyê krîza aborî heye, ev şer çi ye? Zarok dimirin, dibêjin bila welat sax be. Kesî hicûmî welatê me nekiriye, ji bo çi şer dikin? Hûn hicûmî welatekî din dikin û dibêjin bila welat sax be. Ka em bira bûn? Ma mirov birayê xwe dikuje?"
‘ÇI KARÊ ME LI SÛRIYEYÊ HEYE?'
Hasan Yildirim jî got: "Cîhan hemû şer û mexdûriyeta li wir dibîne. Ma li cîhanê welatê herî baqil em in ku em çûn Sûriyeyê? Ev şer mafê min û mafê min ê teqawidbûyînê jî dixwe." Abdulkerîm Eser jî diyar kir ku divê rojek berî rojekê şer bê rawestandin û got: "Ez vî şerê li hemberî kurdan qebûl nakim. Ev şer li hemberî tevahiya kurdan tê kirin. Divê kurd hemû piştgiryê bidin hev du û bi hev re bitêkoşin." Nezîr Bûlût jî, got: "Di şer de jin û zarok tên qetilkirin. Ên li wir dimirin tirk, kurd, ereb û ermen in. Hemû xerîban in. Tu zirara mirovên li wir negihaştiye me." Gulseren Dûman, anî ziman ku peyva şer bi xwe peyveke tirsnak e û got: "Ez naxwazim ne li welatê min ne jî li welatekî din mirov ji ber reng û dengên xwe bên kuştin. Ez li dijî şer im. Tirkiye dibêje em di bin gefan de ne. Lê min tu gef nedîtine. Em aştiyê dixwazin. Ez şer naxwazim. Lê gava em dibêji em şer naxwazin jî em ditirsin. Ma qey mirov bêje ez şer naxwazim tiştekî xirab e, lê nikarim bibêjim."