ENQERE - Tê gotin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Dr. Alî Karakoç, ji bo van îdiayan got: "Bikaranîna van gazên ku dibin sedema nexweşîn û texrşbatên mayînde nayên qebûlkirin." Her wiha Karakoç, diyar kir ku demidlest divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin.
Tê gotin di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, li Serêkaniyê çekêm kînyewî hatine bikaranîn. Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Enqereyê Dr. Alî karakoç, destnîşan kir ku demildest divê heyetên serbixwe li herêmê lêkolînan bikin. Karakoç, ku got, "Ev gaz dibin sedema nexweşîn û texrîbatên xwezayî yên mayînde û bikaranîna van gazan bi tu awayî nayê qebûlkirin" ji bo çek û gazên kîmyewî got: "Amûrine ku dibin sedema mirinên bi giştî û xirabkirina lebatan."
‘DIVÊ HEYETÊN ERBIXWE LÊKOLÎNAN BIKIN'
Karakoç, bi bîr xist ku di sala 1925'an de li gor Protokola Cinêwê bikaranîna çek û gazên kîmyewî hatiye qedexekirin û got: "Mixabin, di sedsala 20'an û 21'ê de jî hatin bikaranîn. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de 4 ji sedî yê mirina mirovan bi çekên kîmyewî pêk hat. Di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de Mûssolînî, ji bo Habeşîstanê (Etîyopya) dagir bike bi kar anî. Sedam li Helebçeyê li hemberî kurdan bi kar anî."
Karakoç, destnîşan kir ku di sala 1989'an de NY'yê bi Peymana Parîsê bi temamî bikaranîna çek û gazên kîmyewî qedexe kiriye û got, di 8 salên şerê li Sûriyeyê de car carina hatine bikaranîn. Karakoç, bilêv kir ku divê heyetên serbixwe biçin herêmê û lêkolînan bikin û got: "Li ser medyay civakî, med îti ku bedena zarokê 13 salî çewitiye. Divê heyetên serbixwe biçin û lêkolînan bikin. Nimûneyan bigirin. Divê kincên kesê pêrgî vê hatiye bên lêkolînkirin, ji ax û av nimûne bên girtin."