MÊRDÎN - Parêzer Abdûlvahap Akkoyûn, ragihand ku siyasetmedarên kurd ên li Mêrdînê di 12 rojan di bin çavan de mane gef li wan hatine xwarin û got, giştînameyên ku HDP'ê ji rêveberên partiyê re şandinê wekî sûc hatine hesibandin.
Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Mêrdînê di 10-11'ê Cotmehê de di avêtina ser malan de Hevşaredarê Dêrikê Mehmet Şerîf Kiran, gelek endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de 23 kes hatibûn binçavkirin. Piştî 12 rojan ji kesên hatin binçavkirin 20 jê sewqî dadgehê hatin kirin û bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. Her wiha Rêveberê HDP'a bajêr Abîdîn Unay û endamên meclîsa ciwanan Hamza Agirman û Hatîce Buşra Kûyûn jî hatin girtin.
Di îfadeya li emniyetê de, çalakiyên li dijî qeyûman û fealiyetên partiyê sûc hatin hesibandin. Her sê kesên hatin girtin jî ji ber îfadeyên "şahidên nepen" hatin girtin.
GEF LI WAN HAT XWARIN
Parêzerê Abîdîn Unay Parêzer Abdûlvahap Akkoyûn, diyar kir ku kesên hatine binçavkirin belaheq 12 rojan di bin çavan de hatine hiştin û got: "Di bin çavan de gef hem li muwekîlê min hem jî li hevalên wî hatine xwarin û bi pêkanînên xirab ên wekî şantajê re rû bi rû mane." Akkoyûn, anî ziman ku polîsan muwekîlê wî û çend kesên din ji emniyetê derxistine ji wan xwestine ku bi wan re bixebitin û got: "Ji muwekîlekî min ê din re jî gotine divê careke din neçe DBP-HDP'ê, tev li civîna nebe, ger bibe wê bi pêkanînên giran re rû bi rû bimîne û jê re gotine, 'Em ê her roj we bînin emniyetê.'"
GIŞTÎNAMEYA PARTIYÊ SÛC HAT HESIBANDIN
Akkoyûn, anî ziman ku di bin çavan de ji muwekîlê wî Ûnay re gotine "Ji bo çalakiya rûniştinê we talîmat jê kê girt". Akkoyûn, da zanîn ku muwekîlê wî rêveberê HDP'a bajêr re û got, giştînameyên Navenda Giştî ya HDP'ê ji rêveberên partiyan re hatine şandin sûc hatine ehsibandin. Akkoyün, got: "Navnîşana Unay diyar e. Ev delîl ji bo girtinê têr nakin. Dadgeriya Cezayê Sulhê di bin bandora dozgeriyê de maye û biryara girtinêd aye. Polîs û dozger ji bo girtinê xwe bi xwe delîl afirandine."