RIHA - Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, bal kişand ser rewşa li Rojhilata Navîn û diyar kir ku wê di vê pêvajoyê de kurd jî bibin xwedî statu û got: "Êdî kes nikare ji bo hebûna kurdan xwe li nedîtinê deyne. Niha AKP vê yekê tehemil nake."
Ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, navçeya Pirsûs û Bêrecûkê yên Rihayê jî tesîr ji van êrîşan dihirin. Li van navçeyan 41 gund hindik mane bêne valakirin. Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, serdana taxan kir û guh da pirsgirêkên gel.
‘AKP, NAXWAZE KURD BIBIN XWEDÎ STATU'
Surucu, destnîşan kir ku bi Peymana Lozanê re di navbera kurdan de sînor hatine danîn û bi van sînoran kurd ji hev hatine qutkirin û got, lê belê bi êrîşên DAIŞ'ê yên li ser KObaniyê re ev sînor bi awayekî manewî ji holê hatine rakirin. Surucu, got: "Li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû çê dibin. Wê di vê pêvajoyê de kurd jî bibin xwedî statu. Bi berxwedana li Rojavayê cîhanê kurdan nas kir. Êdî kes nikare ji bo hebûna kurdan xwe li nedîtinê deyen Niha AKP, vê yekê tehemil nake. Loma êrîşî Rojavayê dike. Naxwaze kurd li Rojhilata Navîn bibin xwedî statu."
Surucu, diyar kir ku heta niha ji wî aliyê sînor tu êrîş çê nebûne û gef nehatine xwarin, lê belê dîsa jî operasyon hatiye çêkirin û bi vê operasyonê gel tê mexdûrkirin. Surucu, got: "Dixwazin li Bêrecûk, Pirsûs û Kaniya Xezalan taxên li sînor hemûyan vala bikin. Em çûn serdana şêniyên van taxan. Mirov, şer naxwazin. Gel dibêje, 'Ên li wî aliyê sînor xwişk û birayên me ne. Heta niha ji wî aliyî êrîşek jî çê nebûye.' Ewlehiya mirovan tuneye. Di warê aborî de jî rewşa wan nebaş e. Dewlet nahêle mirov pembo û fistiqên xwe berhev bikin."
REWŞA SALÊN 90'Î
Surucu, got: "Di salên 90'î de gund hatin valakirin. Bi hezaran mirov koçber bûn. Niha jî dixwazin heman tiştî bikin. Dixwazin ji Cizîrê heta Nisêbînê, ji Pirsûsê heta Bêrecûkê van herêman ji mirovan xalî bikin. Lê belê divê gelê me dev ji gundên xwe bernedin."