Temel: Êdî dema lidarxistina kongreya neteweyî ya kurd e

  • rojane
  • 09:13 23 Cotmeh 2019
  • |
img

AMED – Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku tişta ku bê kirin êdî ne qalkirina qencî û başiya yekitiya neteweyî ye û divê ku êdî kongre pêk were û ev tişt got: “Divê êdî hêzek derkeve holê însiyatîfek ava bike, rojek diyar bike û kongreya yekitiya neteweyî pêk bîne”

Tirkiye di 9’ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş da destpêkirin. Di roja 9'emîn a êrîşan de di 17’ê Comtehê de di navbera şandeyeke amerîkî û Tirkiyeyê de agirbest hat îlankirin. Li gel vê yekê jî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ranewestiyan û ji ber van êrîşan gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Bi vê êrîşê re bi hinceta parvekirinên li ser medaya civakî yên têkidlarî êrîşê, li dijî HDP’ê jî operasyon hatin lidarxistin, hevşaredar jî di nav de gelek endam û rêveberên HDP’ê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna hevşaredarên HDP’ê hatin kirin. Girêdayî van êrîşan di rojên dawîn de di nav kurdan de yekitiya neteweyî ya kurd tê nîqaşkirin. 
 
‘HEDEF DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD E’
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Tayîp Temel têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê, operasyonên li hemberî partiya wan û yekitiya neteweyî ya kurd ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinên girîng kir. Temel di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Hedefa Rejîma Erdogan û Bahçelî deskeftiyên gelê kurdn in. Li kur dibe bila bibe destkeftiyên gelê kurd ji bo wan mijara êrîşê ye. Li Rojava jî ev yek kirin. Destkeftiyên gelê kurd ên sed salên dawîn ên herî bi nirx, îro bi polîtîkayên qirkirin, tunekirin û ji holê rakirinê re rû bi rû ne. Tişta ku niha li Rojava pêk tê, di esasê xwe de êrîşekeli dijî kurd û Kurdistanê û hemû reng û şêweyên kurdayetiyê ye.”
 
‘LI SER QELSKIRINA KURDAN ŞERÊ HEV DIKIN’
 
Temel nêzêkatiya Amerîka, Rûsya û Rejîma Sûriyeyê ya ji bo êrîşa Tirkiyeyê rexne kir û ev tişt anî ziman: “Nêzêkatiyên Amerîka, Rûsya û Rejîma Sûriyeyê di nav xwe de bi nakok in û pirsgirêkên wan ên micid hene. Lê li ser qelskirina gelê kurd, hebûna gelê kurd û deskeftiyên Kurdistanê şerê hevdû dikin. Pirsgirêka kurd bi vê êrîşê û beriya vê êrîşê jî bi êrîşên DAIŞ’ê kete qada navneteweyî. Êdî Pirsgirêka Kurd bi qasî Pirsgirêka Filistînê mijareke navneteweyî ye. Ev yek ji gelek hêlan ve ji bo kurdan avantajan ava dike. Lê ji hêlekê ve jî aktorên ku tevlî vê pirsgirêkê dibin û çareseriya wê jî ewqas mezintir dike.”
 
‘DIXWAZIN KURDAN BIKIN QURBAN’
 
Temel destnîşan kir ku di sedsala 21’emîn de li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn didome û di vî şerî de kurdan rol û mîsyoneke xurt leyîstiye û wiha got: “Kurdan di vî şerî de li başûr û rovavayê Kurdistanê deskeftiyên mezin bi dest xistin. Her çiqas polîtîkayên îmha û qirkirinê bidomin jî gelê kurd dixwaze li çar parçeyên Kurdistanê derfetên sedsalê bi dest bixe û hin destkeftiyên mezintir bi dest bixe. Lê niha hêzên emperyalîst dixwazin kurdan bikin qurbanê vî şerî. Em vî tiştî baş dibînin ku hêzên emperyalîst hesab û kîtabên xwe li hemberî hev dikin û şerên xwe yên sar û germ li hemberî hev dimeşînin. Bi vê re dixwazin kurdan jî bikin qurban. Lê li hemberî vê yekê wijdana cîhanê, gelen xwedî wijdan û hêzên siyasî yên xwedî wijdan bi kurdan re ne. Kurd jî weke berê bêxwedî û bêderfet nînin.”
 
‘AGIRBEST NE ÇARESERÎ YE’
 
Di berdewamê de Temel agirbesta ku hatibû ragihandin jî nirxand û axaftina xwe wiha domand: “Agirbesta ku peşî li qirkirinê bigire bi her rengî baş e, lê tiştekî aşkere heye. Ev jî ev e; gelên ku rastî jenosîd û qirkirinê tên tenê bi derfet, hêz û berxwedana xwe dikarin jenosîd û qirkirinê rawestînin. Gelê kurd bi hêz û berxwedan xwe pêşî li êrîşên dijwar ên li dijî Rojava girt. Erdogan li hundir tengav bû, Trûmp li hundirê Amerîkayê hat asta ku ji peywirê bê girtin. Di vê çarçoveyê de agirbest planeke ku bi lîstikeke nû li ser maseyê pêk bê. Ferz dikin ku gele kurd bê şer, bê çek û bê berxwedan zemîna Rojava ji çeteyên dagirker ku ji hêla Erdogan ve tên birêvebirin re bê vekirin. Tişta ji agirbestê ne çareserî ye.”
 
‘ŞERT Û MERCÊN YEKITIYÊ HENE’
 
Piştî nirxandinên xwe yên li ser êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Temel li ser yekitiya neteweyî ya kurd jî rawestiya û têkildarî mijarê ev nirxand kirin: “Hemû sazî û dezgehên gelê kurd alîgirên ku yekitiya neteweyî pêk bînin. Gelek aliyên kurd helwesta xwe ya ji bo vê yekê aşkera kirin. Tiştek dimîne di vir de, ez bi awayekî vekirî û lezgîn bang dikim ku însiyatîfek ku ji nav û kesayetan pêk tê bê avakirin û demildest bangî kongreya neteweyî bike. Şert û mercên berhevbûna kongreya neteweyî li başûr û bakurê Kurdistanê hene. Divê bê zanîn ku heke êrîşa li ser rojavayê Kurdistanê bigihîje encamê û hêzên dagirker ku dixwazin Kurdistanê tune bikin encam bigirin, dê dor bê başurê Kurdistanê. Birêz Barzanî û hêzên başûrê Kurdistanê di vê ferqa vê de ne. Tişta bê kirin ne ew e ku êdî qala qencî û xweşiya yekitiya neteweyî ya kurd e. Divê ev êdî pêk bê. Hêzek derkeve holê însiyatîfek ava bike û rojek diyar bike û kongreya yekitiya neteweyî pêk bîne.” 
 
‘PLAN JI KONTROLA AKP’Ê DERKETIYE’
 
Temel, qala operasyonên li dijî HDP’ê jî kir û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Plana ku AKP bi rê ve dibe êdî ji kontrola AKP’ê derketiye. Planeke ku hêzeke reş û bi neyartiya gelan dixwaze bi pêş bixe, li Tirkiyeyê bi destê Erdogan û Bahçelî polîtîkayeke qirkirinê li ser netewe, hebûn, nasname û nûnertî û vîna gelê kurd tê meşandin. Hemû êrîşên ku tên kirin parçeyeke vê yekê ne. Qirkirina siyasî ku bi sedan siyasetmedar tên girtin, desteserkirina şaredaran, êrîş û dagirkeriya rojavayê Kurdistanê parçeyeke vê planê ne. Kurd jî ji 7 saliyan bigire heta 70 saliyan weke HDP’ê em li hemberî vê planê serî hil didin û dê heta dawiyê jî li ber xwe bidin.”
 
CHP LI QODÊN DEWLETPARÊZIYÊ VEGERIYA
 
Herî dawî Temel qala stratejiya wan a hilbijartinên herêmî ku li gelek bajarên mezin bi CHP’ê da qezenckirin jî kir û têkildarî helwesta CHP’ê ya li hemberî polîtîkayên AKP’ê yên îro li dijî HDP’ê û kurdan tên meşandin jî ev tişt gotin: “Firseta avakirina bloqeke demokrasiyê ku HDP’ê peyda kiribû û CHP jî hatibû ser wê xetê, ji hêla CHP’ê ve ji dest çû. CHP’ê ev derfet baş bi kar nanî û dîsa li qodên xwe yên pergal û dewletparêz vegeriya. Bi vê yekê re berxwedana civakê û gelan qurbanî qod û şîfreyên fermî yên dewletê kir.”
 
MA / Kadrî Esen - Ozgur Paksoy
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

23/10/2019
13:50 Siyasetmedarên kurd li Amedê banga yekîtiyê kirin
13:35 Li Qamişloyê teqîn!
13:31 Malên Gel: Ji bo dijderketina qeyûman ne pêwist e mirov HDP’î be
13:30 Hevserokê HDP'ê yê Mûşê Balkaya hat binçavkirin
13:20 Eren Keskîn ku polisan bi ser mala wê de girtin îfade da
13:18 Li Îngilistanê di qamyonekê de cenazeyê 39 kesan hat dîtin
12:54 Polîsan Hevserokên HDP'ê yê Navçeya Hekîmhan a Meletiyê binçav kirin
12:32 Esker bi maşîneyên sivîl li çoltara Licê derketin operasyonê
12:22 Polîsan rojnameger Emre Orman binçav kirin
11:51 Li Sûriyê her kesî rola xwe leyîst: Di dorê de pêngava kurdan heye
11:44 Îtîrafkar 11 roj beriya hilbijartinê li ser Mizrakli îfade da
11:28 Ji Peskov daxuyaniya piştî Soçiyê: Heke hêzên kurd venekişên dê bibin hedefa êrîşên tirkan
10:51 10'emîn Mihrîcana Filmên Kurd dest pê dike
10:33 Ji ber 'retweetê' lêpirsin li Hevşaredarê Cizîrê vekirin
10:29 Kaplan: Ji bo krasê hiqûqê li qeyûm bikin hevşaredar girtin
09:58 Ji ber tezkereyê îstîfa kir: Rêya îktîdarbûnê di nav kurdan de derbas dibe
09:43 Rêxistina Mafên Mirovan: Zêdeyî 200 zarok bûne qurbaniyên êrîşên Tirkiyeyê
09:20 Ji ber daxuyaniya li dijî qeyûman derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:20 Îzmîrî: Divê hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin
09:18 Dr. Karakoç: Derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
09:17 'Divê pêşî jin li dijî şer derkevin'
09:16 Parêzer Akkoyûn: Polîs û dozgeriyê delîl afirandin
09:15 Surucu: Kes nikare ji bo hebûna kurdan xwe li nedîtinê deyne
09:14 'Ji ber lêgerîna polîsan gel naxwaze biçe şaredariyê'
09:13 Temel: Êdî dema lidarxistina kongreya neteweyî ya kurd e
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2019'AN
22/10/2019
23:59 Polîsan avêt ser mala Eren Keskîn
21:54 Hevserokê HDP'a Şemrexê Urun hat berdan
20:04 Ayaz ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin: Em vê biryarê şermezar dikin
17:29 Gelê Dirbêsiyê bi girseyî cenaze oxir kirin
17:22 Dadgehê dosyaya mêrê ku hevjîna xwe ya welidî birîndar kir qebûl nekir
16:55 Hevşaredarê Amedê Mizrakli hat girtin
16:44 Qeyûmê Karazê rojek beriya bê tayînkirin dest bi kar kiriye
16:15 Danîşek Yuksekdag hat taloqkirin
15:51 Seroka HDP’a Sakaryayê hat binçavkirin
15:40 Şêniyên Mensûra xwestin komkujî bi dawî bibe
15:24 4 rêveberên HDP’ê li Kuşadasi hatin binçavkirin
15:14 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:56 Di roja 5'emîn a agirestê de Zirgan bombe kirin: Kesek mir û 3 kes birîndar bûn
14:40 Dayikên Aştiyê banga ‘yekîtiya netewî’ li Barzanî kirin
14:23 Temellî: 850 endamên DAIŞ'ê winda ne
14:15 2 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê girtin
14:07 Bi meşê tayînkirina qeyûm şermezar kirin
14:06 Erdogan û Pûtîn hatin gel hev
13:50 Li Dêrikê 3 cenaze rakirin morga Mêrdînê
13:45 Esad li Îdlibê bi Artêşa Sûriyeyê re hat gel hev
13:43 ‘Em ê dest ji jiyan û mafê xwe bernedin’
13:34 Bang li hikumetê kirin: Hilbijêran berdin erka wan paşve bidin wan
13:33 Ji Kremlînê beriya Soçiyê daxuyanî: Tenê Şam dikare destûr bide ku Tirkiye li Sûriyeyê bimîne
13:32 Qeymeqamiya Dêrikê ‘Festîvala Zeytûnan’ qedexe kir
13:18 Polîsan pirsên balkêş ji Hevşaredar Kezîban pirsîn
13:10 Akademîsyenê Aştiyê Gul Koksal beraet kir
13:01 Li Tetwanê serdegirtina malan
12:56 Salek û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Osman Akin birîn
12:40 Paylan afîşên ‘Yahudî û Xirîstiyanan nekin dostên xwe’ bir Meclîsê
12:36 Dijberên şer: Tirkye dixwaze bêhnê bide DAIŞ'ê
12:24 Doza darizandina 46 rojnamegeran hat taloqkirin
12:12 Li Osmaniyê 2 HDP’yî hatin binçavkirin
12:03 Mizrakli derxistin edliyê
12:02 'Polîs xwest min bikujin'
11:40 Hevserokê HDP’ê yê Şemrexê binçav kirin
11:39 Îdîaya DAIŞ`î vegeriyan Girê Spî û depoya genim talan kirin
11:32 Hevşaredarên Erdîşê sewqî dozger kirin
11:27 Amadekariya qeyûman bi namzetiya hevşaredaran re dest pê kiriye!
11:24 Li Girtîgeha Kurkçulerê bi kuçikan re lêgerînê dikin
11:16 Bêyî tebligatê şaredarî dorpêç kirin
10:59 Senator Hallen: Emê ji kongreyê bixwazin ku bikeve nava tevgerê
10:50 Endamên ‘MSO’ sewqî sînorê Qamişlo tên kirin
10:40 CHP'ê serokê xwe yê ku tezkereyê rexne kir ji peywirê girt
10:29 Di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqîn pêk hat: 5 leşker û 3 cerdevan birîndar bûn
10:28 Dîcle: Êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewama komploya navdewletî ye
10:19 ‘Dozger çima ji bo gotinên Trump lêpirsînê nadin destpêkirin?’
10:14 Derket holê ku 'karkerên êzingan' leşker û cerdevan in!
10:02 Rojnamegeran: Rastiya şer mirovan dikuje
09:11 Sarica: Ocalan xwest pêşî li ber tiştên niha li Sûriyeyê diqewimin bigire
09:10 Heqê wergerê ji girtî xwestin: Bi tirkî binivîsîne pir binivîsîne!
09:10 Piştî dest danîn ser mêrga wan, nikarin heywanên xwe biçêrînin
09:09 Qeyûm di 3 salan de li Nisêbînê çi kir?
09:08 Li Girtîgeha Osmaniyeyê binpêkirina mafan
09:08 Piştevaniya Jin a Sûltangaziyê hewl dide bibe komele
09:07 Li Wanê nîviyê komirvanan dikanên xwe girtine
09:07 Dr. Yoruk: DYA, dixwaze ji Rûsyayê re artêşa tirk û cîhadîst bihêle
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2019'AN
08:06 Qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP'ê kirin
21/10/2019
17:52 Tirkiyê êrîşi gundê Zirganê kir
16:32 Hevşaredarê Peyasê: Lêgerîna li avahiya şaredariyê li dijî hiqûqê ye
16:32 3 zarokên li Esenyûrtê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:26 Hevseroka KCD’ê Guven: Ji mere yekitî ji pêwîst e
16:17 QSD: Li gel agirbestê êrîşên Tirkiyeyê didomin
15:49 Kişanak: Li girtîgehê pirtûk qedexe kirin
15:49 HDP: Li dijî darbeya siyasî berxwedan wê berdewam bike
15:47 Ji hevpara hikûmeta Almanyayê ji bo Ewropayê: Em Bakurê Sûriyeyê biparêzin
15:16 Li Rihayê qedexe mehek hat dirêjkirin
15:16 Olûç bang li müxalefetê kir: Niha ne dema bêdengiyê ye
15:15 Başkaya: Êdî Kurd aktor in tu tişt ne wekî berê ye
15:04 Li Wanê di 9 mehan de hezar û 495 maf hatin binpêkirin
14:41 Hevşaredarên Nisêbînê sewqî Xarpêtê kirin
14:25 Li Dêrikê piştî pevçûnê qedexeya derketina kolan hat îlankirin
14:13 Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Esper: Dibe ku komeke leşkerên Amerîka li Sûriyeyê bimînin
14:01 Dosyeya hevşaredarên hatin binçavkirin sînordar kirin