* Parlamenterê HDP’ê Tayyîp Temel diyar kir ku tişta ku bê kirin êdî ne qalkirina qencî û başiya yekitiya neteweyî ye û divê ku êdî kongre pêk were û ev tişt got: “Divê êdî hêzek derkeve holê însiyatîfek ava bike, rojek diyar bike û kongreya yekitiya neteweyî pêk bîne”
* Heta niha qeyûm tayînî 12 şaredariyên HDP'ê hatine kirin. Li têketina gelek şaredariyên jî polîs pêşî lêgerînê dikin paşê dihêlin gel biçe avahiya şaredariyê. Hevşaredarên Giyadînê, bilêv kirin ku ji ber polîsên li ber şaredariyê gel naxwaze têkeve avahiya şaredariyê.
* Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, bal kişand ser rewşa li Rojhilata Navîn û diyar kir ku wê di vê pêvajoyê de kurd jî bibin xwedî statu û got: "Êdî kes nikare ji bo hebûna kurdan xwe li nedîtinê deyne. Niha AKP vê yekê tehemil nake."
* Parêzer Abdûlvahap Akkoyûn, ragihand ku siyasetmedarên kurd ên li Mêrdînê di 12 rojan di bin çavan de mane gef li wan hatine xwarin û got, giştînameyên ku HDP'ê ji rêveberên partiyê re şandinê wekî sûc hatine hesibandin.
* Jinên ku li dijî şer nerazîbûnên xwe anîn ziman, bilêv kirin ku divê ew bi hêza xwe ya cewherî ji çerxa şer û kedxwariyê derkevin.
* C.O yê 19 salî diyar kir ku dema diçû nexweşxaneyê polîsan pêşiya wî girtine û sîxurtî lê ferz kirine. C.O., got: "Polîsan got, 'eger tiştên me ji te re gotine tu ji hin kesên din re bibêjî, em ê te bi dînamît bikin û biteqînin."
* Tê gotin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Dr. Alî Karakoç, ji bo van îdiayan got: "Bikaranîna van gazên ku dibin sedema nexweşîn û texrşbatên mayînde nayên qebûlkirin." Her wiha Karakoç, diyar kir ku demidlest divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin.
* Îzmîriyan nerazîbûna xwe ya ji bo şerê li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û gotin, divê hemû hêz ji Sûriyeyê derkevin.
* Ji ber tev li daxuyaniya li dijî tayînkirina qeyûman bûn, hevserokên HDP'a Edeneyê jî di nav de derbarê 15 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin. Parêzer Tûgay Bek ku nerazîbûna xwe ya ji bo lêpirsînê anî ziman, got: "Tayînkirina qeyûman bêhiqûqî ye."
* Serokê Rêxistina CHP’ê yê Mêrdînê Ahmet Duyan ê ji ber CHP ji tezkereyê re got ‘erê’ ji partiya xwe îstîfa kir got: “Em hatin lîstika AKP’ê. Rêya îktîdarê di nava kurdan de derbas dibe.”
* Hevserokên HDP, DTK, HDK û parlamenterên HDP'ê dê li dijî tayînkirina qeyûman û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrdiyeyê li pêş AZC Plaza ya Ofîsa Amedê daxuyaniyê bidin û saet ji 12.00'an heta 15,00'an çalakiya rûniştinê li dar bixin. (12.00-15.00)
* 1'emîn Danişina doza Nurcan Altundal a ji aliyê hevjînê xwe ve rastî êrîş û îşkenceyê hat dê li 20’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrsînê bê dîtin. (09.45-13.00)