AMED - Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ku qeyûm tayînî şûna wî hatin hat kirin, diyar kir ku dûrxistina ji peywirê di bin çavan de teblîxî wan kirine û got: "Ev biryarek e siyasî ye, ne hiqûqî ye. Em vê biryarê şermezar dikin."
Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ku duh hatî binçavkirin û îro ji peywira xwe hatî durxistin, diyar kir ku di bin çavan de pirsên beleheq ji wan pirsî ne û got: "Naveroka pirsên wan vala bûn. Digotin 'Tu çûyî Newrozê. Wêneyê te heye, tu çima çûyî Newrozê. Tu çima beşdarî danasîna hevşaredaran bûyî.' Pirsên wisa bê serûber pirsîn. Lê armanca wan ne binçavkirina me bû, tayînkirina qeyûman bû. Gihiştin meqseda xwe û encam girtin. Tayînkirina qeyûm nayê qebûlkirin. Biryareke siyasî ye, ne hiqûqî ye. Em vê biryarê şermezar dikin. Ev biryar, ne biryarek rast e. Vîna mirovan xesp kirine."
'HIQÛQ NEHIŞTIN'
Ayaz, da zanîn ku biryara girtina Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli jî siyasî ye û wiha berdewam kir: "Me bi çavên xwe dît ku careke din hiqûq binpê kirin, hiqûq nehiştin. Wiha biçe, wê li Tirkiyeyê tiştên şaş û çewt pêk bên. Ez ba hiqûqnasan dikim ku hiqûqê pêk bînin."
'EM Ê KAR Û XEBATÊN XWE BIDOMÎNIN'
Ayaz, destnîşan kir ku vîna Bismil di bin îpoteka qeyûman de ye û got: "Ez bawerim ku wê gel vê yekê qebûl neke. Xwedê vê neheqiyê qebûl neke." Ayaz diyar kir ku ji bo ku qeyûm were tayînkirin hatine binçavkirin û got: "Em hevşaredarên Bismilê, em ê karê xwe bikin û li qadan bin. Wê xebatên me bidomin û em ê xizmeta gel bikin."
'BI LEZ Û BEZ VÎNA GEL XESP KIRIN'
Ayaz, da zanîn ku di bin çavan de biryara tayînkirina qeyûman teblîxî wan kirine û got: "Dema em dibin çavan de bûn, du karmendên walitiyê hatin teblîxî me kirin. Wateya vê ew e ku dixwazin bi lez û bez vîna vî gelî xesp bikin. Tehemil nekirin ku heta dadgeh bi dawî bibe." Ayaz, diyar kir ku ji xwe encameke wisa ji berê de diyar bû û got: "Gotin 'hûn ê heftê du caran werin îmzeyê. Dibû me bigirtana jî. Lê di bin çavan de bi lez û bez teblîxkirina wan ne rast bû." Di bin çavan de bi lez û bez teblîx kirina wan ne rast bû."