AMED – Hat zanîn ku qeyûmê tayînî Şaredariya Karazê kirin ji duh ve dest bi kar kiriye û karê wî ewil dawî anîna wezîfeya Hevşaredar Kasim Pervane bûye.
Derket holê ku Qeymeqamê Navçeya Karaza Amedê Yasîn Yunak ê îro ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve wek qeyûm tayînî Şaredariya Karazê hat kirin ji duh ve dest bi kar kiriye.
‘TU TIŞTEK BISPÊRIN TUNE YE’
Qeyûm Yasîn Yunak bi dawîanîna wezîfeya Hevşaredarê Karazê Kasim Pervane dest bi kar kiriye.
Pervane ji ajansa me re axivî û got: “Me di hilbijartinê de ji sedî 63 dengê Karazê bi dest xist. Lê vîna gel desteser dikin. Ev nayê qebûlkirin. Piştî duh hevşaredara me Rojda Nazlier binçav kirin tu xebatkaran bernedan avahiya şaredariyê. Deriyê odeya hevşaredaran kilît kirin û polîsan danîn ber derî. Tu tiştek xwe bispêrinê nîne. Gelê Karazê jî vê yekê baş dizane. Gel jî dizane ev dizîkirina vîna gel e. Ev 6 meh in em li ser kar in. 6 meh in me dizanibû wê qeyûm were lê me ji gelê xwe re xizmet kir. Gel li dijî van kirinên wan bi bertek e.”
‘QEYMEQAM DU ROJ IN LI ŞAREDARIYÊ YE’
Pervane da zanîn ku qeymeqamê navçeyê ev du roj in li avahiya şaredariyê ye û bi ew bi peyamek ji Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) ku jê re şandiye hîn bûye ku dawî li wezîfeya wî anîne.